Gultan Kişanak:CHP wê di hilbijartinên herêmî de çawa ji kurdan dengan bixwaze

  • 09:03 11 Cotmeh 2017
  • Ramyarî

Habîbe Eren

KOCAELÎ - Hevşaredara DBP’ê ya Amedê Gultan Kişanakê ji girtîgehê nameyek şand û got ji bo 92 şaredariyan qeyûm hatiye tayînkirin, hevşardar hatine girtin û encamên meclîsê ji dewrê derxistine. Gultanê muxalefet û bi taybet jî CHP rexne kir û wiha got: “Partiyeke ku heta îro ev mijar carekê nekiriye mijara xwe, gotinek negotiye, komîsyonek ava nekir û lêkolîn nemeşand wê çawa ji kurdan dengan bixwaze?
 
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak di 25’ê Cotmeha 2016’an de hat binçavkirin û di 30’ê cotmeha 2016’ande jî hat girtin. Rojek piştî girtina wê qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin. Gultanê ji Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F ya Kocaeliyê nameyek şand û di nameyê de balkişand ser ‘edalet û demokrasiya herêmî’ û CHP jî rexne kir.
 
Rojev demokrasiya herêmiye 
 
Gultanê bi gotinên ‘Her kes derdekî wî heye, yê aşvan jî derdê wî yê avê heye. Di esasê de ev av tinebe aş naxebite.  Aş nexebite ard tine û nan tine. Ev heta birçîbûnê diçe. Welhasil derdê aşvan divê derdê her kesî be. Ya min jî ev mijare.’ Dest bi nameya xwe kir. 
 
‘AKP kevirên desthilatdariya teqez radixe’
 
Gultanê wiha got: “Di meha cotmehê de sala nû ya meclîsê dest pê kir. Wisa xuyaye ku  derxistina qanûnên serokomariyê wê bên derxistin.  Wê derbarê hilbijartinên herêmî de guherîn bên rojevê. AKP rojeva xwe tehrîk dike.  Kevirên rêya diçe desthilatdariya xwe yek bi yek radixe.”
 
‘Der barê pêvajoya dîrokî de divê bersiva pirsê bê lêgerînkirin’
 
Gultanê di berdewamiya nameya xwe de diyar kir ku yên derdê wan yên demokrasî, maf, azadî û aştiyê hene çi dikin? û ev tişt vegot: “Di vê pêvajoya dîrokî de hîna bersiva pirsa herî sereke nehatiye dayÎn.  Bersiv û pêngavên ji bo vê pirsê bê dayîn ji hilbijartinên pêş me girîngtire.  Pêkhatine hilbijartinan, qebûlkirina encamên wê jî ne zelale. Xwezî em li welatekî ku demokarasî û azadî hebûna bijiyana.”
 
‘Divê muxalefet ji rewşa îdarekirinê derkeve’
 
Gultanê ev tişt anî ziman: “Dema mirov dinêrin ‘nobetên edaletê,’ ‘Meşa edaletê’, ‘Komxebata edaletê’, kampanyaya ‘wisa derbas nabe jin desturê nadin’ gelek girîngin. Li girtîgehê em nekarin bê navber rojevê bişopînin. Lê ji bo muxalefetê pozîsyona ‘têr nake lê erê’ kêmasiyek mezine.”
 
‘Wê çawa dengan ji Kurdan bixwaze’
 
Gultanê diyar kir ku bi qasî ji çapemeniyê dişopîne CHP di hilbijartinên herêmî de bi hevre diçe ser sindoqê û  qeyûmên tayînê şaredariyan jî kirine bibîr xist û wiha got: “Ji bo 92 şaredariyên ku  ji aliyê gel ve hatin hilbijartin ve qeyûm hat tayînkirin. Hevşaredar hatin girtin, ji peywirê hatin durxistin. Encamên meclîsê hatin durxistin.  Yanî bi qurtasî encamên hilbijartinên 2014’an hatine betalkirin. Ji ber vê demokrasiya herêmî jî hatiye sekinandin. Partiya CHP’ê ya ku heta îro ev mijar carekê nekiriye mijara xwe û yek gotinek negotiye, komîsyonek ava nekir û lêkolîn nemeşand wê çawa ji Kurdan dengan bixwaze? Dibe ku biryarek hevkariyê bide. Lê gel wê çawa pê bawer bike.”
 
‘Vekirina lêpirsînê jî ji bo tayînkirina qeyûm têr dike’
 
Gultanê bi lêv kir ku tevî her tiştî mînak gel wê biçe ser sindoqê û nûnerên xwe hilbijêre û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heta KHK’a hejmar 674 li cihê xwe be wê bi nîşaneyek wezareta karê hundir encamên hilbijartinê bikeve çopê. Ez bala we dikişînim, ji bo tayînkirina qeyûm tenê vekirina lêpirsînekê têr dike. Dîsa qeyûmên bi KHK’a 674’an hat tayînkirin jî  meclîsên şaredariyê ji dewrê derxist.”
 
Gultanê balkişand ser Kadîr Topbaş û wiha got: “Kadîr Topbaşl wek gumanbarê FETO’yê  bi garabeta qanûna qeyûm a hejmar 674’an ji girtin û durxistina peywirê xilas bû. ji ber der barê Kadîr Topbaş de lêpirsînek wisa bihata vekirin wê qeyûm bihata şûna wî. Li gorî qanûnê ev rezîlî nedan ber çavan.  Herhalde îstîfa bû ‘karê paqij’.”
 
Gultanê di dawiya nameya xwe de diyar kir ku bêdengiya îro CHP’ê jî nekare xilas bike.