Serpîl Kemalbay: Komkujiyên pêk hatin ne îhmale sûcê AKP'ê ye

  • 15:09 10 Cotmeh 2017
  • Ramyarî
ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay, di civîna koma HDP'ê ya meclîsê de bal kişand ser komkujiya 10'ê Cotmehê û komkujiyên din û wiha got: "AKP ditirse berpirsiyarê van komkujiyan ronî bike. Ji ber ku berpirsê van sûcan AKP'ye. AKP sûcê xwe vedişêre. 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serpil Kemalbay, di civîna koma HDP'ê ya Meclîsê de mijarên di rojevê de nirxandin. Serpîl, ewil kesên di komkujiya 10'ê Cotmehê de li Gara Enqere hatin qetilkirin bi bîr anî û komkujî şermezar kir. Kesên beşdarî ciîvîna komê bûn jî bi qerewata xwe kokartên "Em 10'ê Cotmehê ji bîr nakin" vekerin. Serpîl, êrîş û astengiyên polîsan ên ji bo bîranîna kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane jî rexne kir û wiha got: "2 sal berê îro li Gara Eneqere 102 hevalên me yên têkoşîna ked, demokrasî û azadiyê didan hatin qetilkirin. Me ew di êrişa DAIŞ'ê de winda kirin. 2 salin biranînên ji bo hevalên me rastî êrîşan tên. Îktîdara AKP'ê 2 salin şertên faşîzmê giran dike û rejîma yek zilamî diparêze. Bi êrîşa hêzên demokrasiyê rejîma xwe diparêze. Ev tirsa sucdarbûnê ne. Ji ber ku sucdarin ditirsin. AKP'ê der barê komkujiya 102 kesan de gotinek jî negotin. Çima komkujiya herî mezin bi gotinekê şermezar nakin." 
 
Serpîl, gotina Serokê AKP'ê Tayyîp Erdogan a "Eger hûn 400 wekîlan nedin min wê kaos çê bibe" bi bîr xist û ev tişt  got: "Ev kaos hewldana hikûmeta ku dixwaze bi tirsê Tirkiye bi rêve bibe. Dîmenên komkujiya 5'ê Hezîranê derketin holê. Dîmenên komkujiya Enqereyê jî derketin holê. Di dîmenan de jî derdikeve holê ku kujer hatine parastin. AKP dixwaze sûcê xwe veşêre. Ji ber vê yekê êrîşî derdorê dike. Ji ber vê yekê yên komkujiyê şermezar dikin rastî êrîşan tên. AKP ditirse ku berpirsiyarê van komkujiyan ronî bike. Ji ber ku sûcdar ew bi xwe ye. AKP dixwaze sûcê xwe veşêre." 
 
Serpîl Kemalbay bal kişand ser serhildanên 6-7-8'ê Cotmehê yên ji bo  Kobanê û wiha berdewam kir: "Ji ber ku Kobanê bi piranî ji aliyê DAIŞ'ê ve hat dagirkirin hêzên demokrasiyê xwestin korîdora jiyanê bê vekirin. Ji ber vê yekê bang li gel kir ku li Kobanê xwedî derkevin. Me HDP'ê jî di vê pêvajoyê de bang li gelê xwe kir. Me jî bang li gel kir ku ji bo koorîdora Kobanê bê vekirin bi çalakiyan piştgiriyê bidin Kobanê. Li gorî zagonan bêyî destûr ji hikûmetê bistînin dikarin daxuyanî û xwepêşandanan bikin. Lê di çalakiyan de di êrîşa polîsan de hevalek me li Gimgimê hat kuştin. Bi giştî 54 mirovan di çalakiyan de jiyana xwe ji dest dan. 44 kes endamen partiya me bûn. Ji bo tiştên wê demê pêk hatin bên lêkolînkirin be bi dehan caran pêşniyarname dan. Lê meclîsê ev yek qebûl nekir. Her dem dixwazin ser van kuştinan veşêrin û Yasin Boru derdixin pêş. Lê ger bi rastî dilê we ji bo wî diêşe lekolîn bikin."