Hûda Kaya:Divê jin pêşeroja xwe radestî celladan nekin û vê qanûnê qebûl nekin

  • 09:03 10 Cotmeh 2017
  • Ramyarî
WAN - Hikûmeta AKP'ê pêşnûmeqanûna birîna mahrê ya ji  aliyê miftiyan ve dixwaze roja sêşemê di parlementoyê re derbas bike. Bertek û nêrazîbûn li hemberî pêşnûmeqanûna birîna mahrê ya ji aliyê miftiyan ve jî berdewa dikin. Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Hûda Kaya ku li ser mijarê nirxandin kir, bi lêv kir ku  divê jin pêşeroja xwe radestî celladan nekin û got ku divê jin vê dijminahiyê qebûl nekin. 
 
Bi hatina pergala Serokwezîrtiyê û şûnde her roj qanûnên li dijî jinan dikevin rojeva tirkiye yê. Yek ji van qanûnan jî pêşnûmeqanûna  mehrbirînê ye ku wê bidin miftiyan. Pêşnûmeya ku îstîsmar û zewaca zarokan meşru dike dê sêşemê di parlementoya tirkiyê re derbas bibe. Der barê qanûna ku wê pê destûra mahrê bidin miftiyan de Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Hûda Kaya nirxandin kir. Hûdayê diyar kir ku ev pêşnûmeqanûn nirxên civakî tune dihesibîne û got ku pêwîste jin bertekên xwe li her deveran nîşan bidin. 
 
'Ev qanûna planekî dewletê ye'
 
Hikûmeta AKP'ê pêşnûmeqanûna ku destûra birîna mahrê dide miftiyan dixwaze roja sêşemê di parlementoyê re derbas bike, qanûn û bixe fermiyatê. Parlementera HDP Hûda Kaya bilêv kir ku ev qanûn dê bibe sedemên aloziyan û wiha axivi;"Em 15 salin li hemberî hişmendiya desthilatdar tedikoşin. Em baş jî dizanîn ku hilbirîna vê hişmendiyê çi afirandi ye. Em dizanîn ku qanûna  birîna mahrê ya ji aliyê miftiyan ve planeke dewletê ye. Ev jî ji derveyî hemû partiyan e. Em xwedî kîjan bîrdozî û fikrî bîn, pêwîste em jin hemû li hemberî vê qanûnê bisekînîn. Ji xwe civakê qanûnên mîna  zewaca bi kesên ku îstîsmar kirin dît. Niha jî bi qanûna birîna mahrê ya ji aliyê miftiyan re vê qanûnê dubare dikin rojevê. Niha li hemberî me hişmedniya desthilatdar disekîne. Em hilbirîna vê hişmendiyê baş dizanîn. Em baş jî dizanîn ku li ser navê ol dixwazin jiyana jinan dîzayn bikin û bi vî awayî mûdaxele bikin. Qanûna zewaca bi kesên îstîsmara zayendî ji bo  heman hişmendiyê xizmet dikin. Di civakên feodal de zewaca di  temenê biçûk de û îstîsmarên li dijî jinan û zarokan zêde zêde ne. Di van civakan de îstîsmarên zayendî zêdetir diqewimin."
 
'Ev qanûn dijminahiya hikûmetê nîşanî me dide'
 
Hûdayê anî ziman ku bi vê qanûnê dixwazin hebûna jinan di civakan de xelas bikin û wiha berdewam kir;"Bi vê qanûnê dixwazin  li navend û navçeyan zarokan mehr bikin û bi vî awayî heya dawîyê jiyanê li jinan vegerînîn zîndanê. Ev qanûn dê destê îstîsmarciyan bi hêz bike. Ev qanûn dê pêşiya zewaca zarokan veke û pêşiya destavêjiyê veke. Ji ber vê yekê jî em wan qanûnên ku nirxên civakê û bi taybetî jî qanûnên ku jinan tune dihesibînin qebûl nakîn. Ji ber vê jî berî ku ev pêşnûmeya wê bê qanûnîkirin di parlamentoyê re derbas nebûye, pêwîste em jin beretekên xwe bînîn ziman û ve bi tu awayî nepijirînin. Ev qanûn nirxên civakên li  Tirkiyeyê tune dihesibîne û van nirxan binpê dike. Hikûmet bi van qanûnan  dijminahiya xwe  a li hemberî jinan dubare nîşanî me da."
 
'Emê li hemberî zagonên jinan tune dihesibînin bêdeng nemînîn'
 
Hûdayê herî dawî bang li hemû jinan kir ku vê qanûnê qebûl nekin û wiha pê de çû;" Roja sêşemê dê ev qanûn di meclîsê re derbas bibe. Em jin pêşeroja xwe teslîmî destê celladan nekîn. Lê hikûmet jî baş dizane ku jin mîna her gav dê vê carê jî sekna xwe ya têkoşer nîşan bidin. Em li hemberî vê qanûna ku jinan tune dihesibîne bêdeng nemînin."