Dayikên Sêrtê: Besîme Konca wê wek îradeya me bimîne

  • 09:17 5 Cotmeh 2017
  • Ramyarî

SÊRT - Parlamenter û Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Besîme Konca, duh bi biryara ku hat girtin re parlamenteriya wê hat xistin û Dayikên Aştiyê yên Sêrtê bertek nîşanî vê yekê dan. Dayikan diyar kirin ku ew vê polîtîkaya tirsê qebûl nakin û çi dibe bila bibe wê Besîme wek îradeya gelê Sêrtê bimîne.

 
Parlamenter û Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Besîme Konca, duh li Lijneya Giştî ya Meclîsê ji aliyê serokatiyê ve bi hinceta ‘propagandaya rêxistinê kirinê’ du sal û nîv ceza hincet nîşan dan û parlamenteriya wê xistin. Dayikên Aştiyê yên Sêrtê bertek nîşanê dan. Ji Meclîsa Dayikên Aştiyê Maşallah Işik Arslanê diyar kir ku HDP partiya gelane û li dijî partiya ku îradeya gelan temsîl dike êrîşên pêk tên nayên qebûlkirin.
 
‘Besîme îradeya gelê Sêrtê ye’
 
Maşallahê daxuyakirin ku ji televîzyonan xistina parlamenteriya Besîmeyê hîn kirine û got parlamenetera ku mîlyonan deng dayê û îradeya me ye bi biryara TBMM’ê tine hatiye hesibandin û wiha got: “Besîme Konca parlamentera me ye. Parlamentera me terorîst îlan kirin û parlamenteriya wê xistin. Besîme îradeya me hemûyane. Îradeya Sêrtê ye.”
 
‘Destên xwe ji parlamenterên me bikişînin’
 
Dayika Aştiyê Hediye Suçînê jî bi lêv kir ku Besîme ne tenê parlamentera Kurdan parlamentera gelên Tirkiyeyê ye û ev tişt anî ziman: “Em biryara ji bo Besîmeyê hatiye dayîn nas nakin. Besîme û HDP ji bo hemû jinan têdikoşe.  Ji ber vê hewl didin bêdeng bikin. Dewlet li ser parlamenterên me polîtîkayên qirêj dimeşîne. Em vê polîtîkayê qebûl nakin. Destên xwe yên bixwîn û qirêji ji ser Besîmeyê bikişînin.”
 
Dayika Aştiyê Zeynep Altintaşê jî berteka xwe anî ziman û got ew van polîtîkayên tirsê yên ji ser parlamenterandikin jiyanê qebûl nakin û bang li hemû jinan kir ku divê li dijî van polîtîkayan xwe rêxistin bikin.