Serhildana ‘wisa derbas nabe’ mezin dibe

  • 09:12 4 Cotmeh 2017
  • Ramyarî
Bengîsu Komurcu
 
STENBOL-Meclîsa Jinan a HDP’ê li dijî zîhniyeta serdest a mêr kampanyaya ‘Wisa derbas nabe, jin wê desturê nedin ’ da destpêkirin. Cîgira hevseroka giştî ya HDP’ê Beycan Taşkiranê diyar kir ku bi komxebat, bername û civînan hedef dikin ku xwe bigihînin mîlyonan jinî. Beycanê bi lêv kir ku ev hevdîtina dê di 25’ê Mijdarê de serhildanê derxe holê.
 
Meclîsa Jinan a HDP’ê di 11’ê Îlonê de li Şanoya Kenterler a Şîşlî ya Stenbolê starta kampanyaya ‘wisa derbas nabe, wê jin destûr nedin ’ dabûn.  Cîgira Hevseroka Giştî ya HDP’ê Beycan Taşkiranê der barê kampanyayê de nirxandin kir û wiha got: “Em ji feraseta serdest ya mêr  dibêjin ‘wisa nabe’. Ji ber îro hem jin, hem jî gel pêvajoyek giran dijîn.”
 
Serhildana jinan mezin dibe
 
Beycanê di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku piştî referanduma 16’ê Nîsanê şûnde jinan bertekên xwe yên ‘na’ berdewam kiriye û wiha pê de çû: “Li dijî vê yekê serhildana jinan heye. Ji ber ku herî zêde jin bi bandor dibin. Ji ber vê yekê bi mehane me nîqaş meşandin û ji bo em serhildana mîlyonan jinî bînin ziman me serî li vê rêyê dane.”
 
Beycanê axaftina xwe wiha domand: “Me ji şîdeta li ser jinê, îstîsmara zayendî ya li ser zarokan û binpêkirina kedê got ‘wisa derbas nabe’. Me ji zîhniyeta ku jinan tune dike re got ‘wisa derbas nabe’. Em li dijî şîdeta li ser jinê  li kolanan di serhildanê de ne. Wê çalakiyên me wisa bidomin.”
 
Hedefa xwegîhandina mîlyonan jinî
 
Beycanê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew bi bername û civînên xwe hedef dikin ku xwe bigihînin mîlyonan jinî û got wê di 25’ê mijdarê de vê hevdîtinê bi ‘serhildanê’ derxin holê.
 
‘Referandûm wek rîskê hat dîtin’
 
Beycanê bal kişand ser referanduma Herêma Federal a Kurdistanê û wiha pê de çû: “Di rojên borî de referandumek pêk hat. Kurdan derxist holê ku dixwazin qedera xwe bi xwe tayîn bikin.  Ji sedî 93 erê derket.  Lê Tirkiyeyê û hêzên mêtînger ev wek rîsk dît.”