‘Divê Kurdistan qedera xwe di asta yekitina neteweyî de tayîn bike’

  • 09:04 3 Cotmeh 2017
  • Ramyarî

Duygu Erol

 
ENQERE- Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Besîme Konca û parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Pervîn Buldanê  der barê hilbijartinên referandumê ya serbixwebûnê ya li Başûrê Kurdistanê pêk hatiye de nirxandin kirin.  Besîmeyê diyar kir ku ya girîng eve ku Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê bibin yek û wiha got: “Ger gelê Kurd qedera xwe tayîn bike, divê ev li ser yekitiya neteweyî pêk bê.”
 
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Besîme Konca û parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Pervîn Buldanê  der barê hilbijartinên referandumê ya serbixwebûnê ya li Başûrê Kurdistanê pêk hatiye de nirxandin kirin. Parlamenteran da zanîn ku tifaqa Îran, Iraq û Tirkiyeyê li dijî îradeya Kurdan êrîşeke û gotin divê referandum ji aliyê partiyên Kurd ve pêngaveke din pêş bikeve û balkişandin ser girîngiya Kongreya Neteweyî ya Kurd.
 
‘Ne gotinên ku Tirkiye, Iraq û Îran lê biyanî bûn’
 
Besîmeyê destnîşan kir ku biryara referandumê ya hikûmeta Federal a Kurdistanê girtiye di alî Kurd û hikûmeta Başûrê Kurdistanê de pêngaveke polîtîker û got ev nêzî sê salne parlamento ne vekiribû.
Besîmeyê di berdewamiyê de bibîrxisti ku Barzanî bi salane referandumê tîne ziman û wiha pê de çû: “Ev ne gotinên ku Tirkiye, Iraq û Îran lê biyanîbûn.  Ev di salî dîplomatîk de her tim dihat ziman.  Di encamê de ev biryareke referandumê ye. Bi taybet di meclîsê de erêkirina tezkereyê, wek hincet referandum nîşandan, di alî siyaseta Tirkiyeyê ya li Rojhilata Navîn bi xetere. AKP’ê heta niha ev kiriye.”
 
‘Nêzîkatiya sê partiyên mîlîtarîst mijara gotinê ye’
 
Besîmeyê bi lêv kir ku Tirkiye Rojava dike hincet û hewl dide bikeve Sûriyeyê û Tevgera Mertalê Firatê daye destpêkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê rewşeke cuda ya vê tezkereyê mijara gotinê ye. Ev bi tifaqa CHP, AKP û MHP’ê pêk hat. CHP digot ‘çi karê leşkerên me li wir heye wê ji birçînan bimrin’. Lê dema mijar bû Başûr, CHP’ê got ‘erê’. Ji ber vê jî ev rewş referandumê cuda nîşan dide.  Di vir de nêzîkatiya mîlîtarîst ya sê partiyan mijara gotinê ye.”
 
‘Dixwazin ji xwe re parê derbixin’ 
 
Besîmeyê diyar kir ku siyaseta navneteweyî ya Tirkiyeyê bi taybet li Ewropayê prestîj wenda kiriye û dixwaze bi vê prestîjê li Rojhilata Navîn bi dest bixe û got: “Dixwazin bi netewperestiya Tirk re li ser Kurdan bi pevçûnan ji xwe re parê derbixin.”
 
‘Tiştên divê Kurd bikin: pêkanîna yekitiya neteweyî ye’
 
Besîmeyê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Yekitiya Neteweya Kurd wê xurtir pêş bikeve û di pêvajoya referandumê de xebatên vê hatine kirin û li dijî vê jî Tirkiye, Îran û Iraq ketine nav nêzîkatiya bi şîdet. Ger ku gelê Kurd qedera xwe tayîn bike divê ev li ser yekitiya neteweyî pêk bê. Di encamê de em îro li dijî feraseta netewe dewletê têdikoşin.  Ev sedsale me êşa vê kişand.Em dixwazin dewletê demokratîk bikin. Divê hemû Kurd bibin yek.”
 
‘Ji vir şûnde pêngavên tên avêtin girîngin’
 
Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Pervîn Buldanê jî  daxuyakirin ku mafê her gelî heye ku qedera xwe tayîn bike û Kurd jî xwedî vî mafî ne û ev tişt anî ziman: “Encam çi derdikeve bila derkeve, di serî de welatên Rojava û Tirkiye divê li dijî vê rêzdar be.  Serbixwebûn û azadî wek her gelî mafê gelê Kurde jî. Encama derketiye îradeya gele û divê li dijî vê îradê rêzdarî bê nîşandan. Ji vir şûnde pêngavên ji bo Kurdan tên avêtin girîngin. Divê demildest Kongreya Yekitiya Neteweyî pêk bê. Bi encamê re wê yekitiya Kurdan jî bi awayekî zelal derkeve holê. Divê pêngavên vê hêdî hêdî bên avêtin.”