‘Tezkere hewldana tinekirina qezencên Kurdane’

  • 09:25 30 Îlon 2017
  • Ramyarî
Şehrîban Aslan
 
AMED - Endama Dîwana KCD’ê Salîha Aydenîzê balkişand ser helwesta Îran û Tirkiyeyê ya li dijî hilbijartinên referanduma ji bo serbixwebûna Başûrê Kurdistanê hatiye kirin û wiha got: “Tirkiye her ku dikeve tengasiyê ya êrîşê Sûriyeyê ya jî êrîşê Başûr dike. Her kes dizane ku beyî kurdan Rojhilata Navîn bi teşe nabe. Biryara tezkereyê ya Tirkiyeyê girtiye, hewldana li dijî tinekirina hemû qezencên Kurdane.”
 
Endama Dîwana KCD’ê Salîha Aydenîzê  hilbijartinên referandumê yên ji bo serbixwebûna Başûrê Kurdistanê hatine kirin nirxand. Salîhayê got sedema helwesta Tirkiye û Îranê ya li dijî referandumê jî eve ku qezencên Kurdan bi dest xistine ji holê rabikin û beyî kurdan Rojhilata Navîn nekare bi teşe bibe.
 
‘Kurd dibin xwediyê statuyekê’
 
Salîhayê got referanduma li Başûrê Kurdistanê pêşketineke girînge û bi sedsalane kurd ji bo serbixwebûn, statu û  tayînkirina qedera xwe rêbazên cuda cerebandine û têkoşîna dane û wiha pê de çû: “Ji ber vê jî parçeyê Kurdistanê yê Iraqê der barê xwe de biryarek wan hebû. Daxwaza wan ya serbixwebûnê jî gelek gelek normale. Ji sedî 92 rêjeya dengan a erê heye û ji sedî 72 jî tevlî bûn heye. Em dikarin bêjin ku ev rê û rêbazeke raste.”
 
‘Dema Kurd dibin mijara gotinê her kes dibe yek’
 
Salîhayê di berdewamiyê de balkişand ser gotinên serokomarê Tirkiyeyê Tayîp Erdogan yên ji bo referandumê û ev tişt anî ziman: “Bi van gotinan dixwazin blokek faşîst ava bikin. Ev demek dirêje li Tirkiyeyê ne tenê li dijî Kurdan li dijî hemû gelan êrîşek mijara gotinê ye. armanca vê jî eve ku qezencên Kurdan tine bikin.”
 
Salîhayê di dawiya axaftina xwe de jî wiha got: “Kurd ji sala 2011’an heta niha hewl didin konferansa yekitiya neteweyî pêk bînin.  Der barê vê de plansazî û komxebatên cuda hatin kirin.  Li Rojava gel hatin cem hev û modelek rêveberiyê ava kirin. modela Rojava li cîhanê mînake.  Kurd êdî ne Kurdên berê ne. Beyî Kurdan Rojhilata Navîn bi teşe nabe.”