Jinên siyasetmedar kongreya PYD'ê nirxandin!

  • 11:53 28 Îlon 2017
  • Ramyarî
Şêrîn Zêrevan
 
QAMIŞLO – Kongirye Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD'ê ya 7'emîm ku bi dirûşma" Ji Sûriyeke Azad ber bi Federaliya Demokrarîk ve" hat lidarixistin berdewam dike.
 
Kongirey,Partiya Yekîtiya Demokratîk  (PYD)  ya 7'emîn  li navenda Aram Tîgran ya Çand û Hûnerê ya Bajarê Rimêlanê bi dirûşma " Ji Sûriyeke Azad ber bi Federaliya Demokrarîk ve bi tevîbûna  350 delegeyan, gelek nûnerên Sazî û partiyên Bakûrê Sûriyeyê pêk hat. Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aysya Abdullah ya ku di kongreyê de axivî wiha got: "Ez vê kongreyê li hemû  endam û rêvebirên PYD'ê pîroz dikim. Kongra me di demeke dîrokî de tê li darxistin. Du sal piştî Kongreya me ya 6'emîn hatibû li darixistin û îro em ya 7'emîn li dar dixin."
 
Asya, li ser rista kongreya 7'emîn  ya PYD'ê  wiha dirêjî da axavtina xwe: “Kongreya 7'emîn têkildarî pêşveçûnên siyasî yên ku niha li herêmê diqewim e. Her tim jî em wek PYD'ê xwedî projeya çareseriya siyasî ne ji bo pêşeroja Sûriyeke Federal û Demokratîk.  Ev jî  tê wateya ku em nûnertiya hemû gelên li Sûriyeyê dikin e.  Weke her tim jî wê peyama vê Kongrê ji bo diyaloga çareseriya Sûriyê ya hemû hêzên Demokratîk û beşên civakî be ku em ê bi hev re tekoşîna pêşeroja Sûriyeke Demokratîk û fedral  bidine meşandin.”
 
Girîngiya yekitiya neteweyî
 
Asya bal kişand ser aloziya Rojhilata Navîn û wiha pêde çû: “Tevahiya Rojhilata Navîn û gelê Kurdistanê di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibe. Em  weke PYD'ê derbarê stratîjiya neteweyî de xwedî gelek hewildanên mezin bûn. Niha jî amadekariyên platformeke ji aliyê siyasî ve ji bo hemû hêzên kurdî yên Rojava tê kirin. KNK jî xebateke wiha dimeşîne û vê xebatê girîng dibîne. Em kongreyek neteweyî wekî xebateke stratejîk ji bo tevahî gelê kurd dinirxînin.  Ji niha û şûn ve jî bi rengekî xwurtir ji bo diyalog û yekîtiya neteweyî em ê di asteke hîn bilindtir de tekoşînê bidin meşandin.”
 
Asya derbarê rola jinê ya di xebatên kongreyê de jî wiha got: "Xebata jin xebateke herî girîng bû, jı ber ku pergala  PYD'ê pergala hevserokatiyê ye û li gorî  gûhertinên ku hatine çêkirin hatiye sazkirin. Rola jinê di partî û siyaseta Demokratîk de nûnertiya îradeya jinê ye. Di hemû qadên siyaseta navnetewî û ya herêmî de, ev jî weke xebateke stratejîk hatiye dest girtin. Ji niha û pêde em ê vê xebatê weke xebateke yekitiya kurdan bigirin dest”
 
Hilbijartinên Federaliyê 
 
Hevseroka PYD’ê Asya Abdulah wiha axavtina xwe bi dawî kir: "Em ê careke din xebata xwe ya dîplomasî, siyasî di astekê hîn bilindtir de bidin meşandin.  Li pêş me hilbijartinên pergala federaliya Bakûrê Sûriyê hene. Em vê yekê wek xebateke stratejîk binirxînin û em amadekariyên xwe ji bo vê xebatê dikin.”
 
'PYD ji bo demokrasiyê pêşengtî kir'
 
Hevseroka  KNK'ê Nûlfer Koç jî derbarê Kongereya 7'emîn a PYD'ê de wihagot: “PYD'ê pêşengtiyeke mezin ji bo demokrasiya di navbera kurdan de kir.  Her wiha ji bo pêşeroja Rojava û Bakûrê Sûriyê jî di eheman demê de pêşengtî kir.   PYD bi destê jin siyaseteke demokratîk û aştîxwaz dide meşandin. Em hêvî dikin ku PYD di van deskeftiyên xwe de di serî de beşdarbûna jinê û bi giştî pêkhatiyên li her çar perçeyên kurdistanê pêş bixe.”
 
Nûlferê wiha dirêjî da axafitna xwe:"Em hêvî dikin ku PYD bi van ezmûnên xwe yên demokratîk bikaribe ji bo partiyên siyasî yên çar parçên Kurdistanê bibe mînak. Siyaseta ku daxwazên jinan û gel wek erkekê li ser milê xwe dibîne be. Em hêvîdarin ku di vê kongreya 7'emîn de biryarên girîng bên girtin.”