Jin: Tecrîda li ser rêbertiyê li ser aştiyê pêk tê

  • 09:08 28 Îlon 2017
  • Ramyarî
Fîlîz Zeyrek
 
EDENE - Qampanyaya ‘Wê tecrîd wenda bike azadî qezenc bike’ ya ji aliyê TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê ve hatiye destpêkirin berdewam dike û jinên Edenê jî piştgirî dan qampanyayê û gotin: “Tecrîda ku li ser Abdullah Ocalan pêk tê, li ser hemû gelên aştiyê dixwazin pêk tê.”
 
TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan qampanyaya ‘ Wê tecrîd wenda bike, azadî qezenc bike’ dan destpêkirin. Qampanya bi civîn û bernameyan berdewam dike. Jinên Edenê bang li hemû jinan kir û diyar kirin ku divê li dijî tecrîdê li dora qampanyayê bibin xelek.
 
‘Heta rêbertî azad nebe’
 
Kadriye Bozanê diyar kir ku divê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan demildest rabe û wiha got: “Gotineke rêbertiya me ya ‘heta jin azad nebe mêr jî azad nabe’ heye. Em jî dibêjin rêbertî azad nebe ne jin ne jî mêr azad dibe. Ji bo vê divê jin ji bo şikandina tecrîdê bikevin nav tevgerê. Birêz Ocalan jin ji koletiyê rizgar kir. Ji bo vê divê em li dora wî xelekê ava bikin. Em piştgiriyê bidin qampanyayê.”
 
Hatun Aybekê jî daxuyakirin ku azadiya rêbertiyê azadiya hemû gelan e û ev tişt anî ziman: “Rêbertiyê jin ji hemû zilma mêran xilas kir. Rêbertiyê jin heyî kir.  Rêbertiyê ne tenê gelê Kurd hemû gelên bindest rizgar kiriye.Ez tecrîdê şermezar dikim. Tecrîda li ser wî pêk tê li ser hemû gelan pêk tê.  Yên li dijî aştiyê ji bo xwe heyî bikin îşkencê dikin. Ji bo aştî bê welat divê Abdullah Ocalan azad bibe. Divê hemû jin ji bo pêşeroja xwe têbikoşin.”
 
‘Em ê li cem rêbertiya xwe bin’
 
Gulê Kurt jî bi lêv kir ku ger jin bixwazin tiştê ku bi ser nekevin tuneye û wiha dewam kir: “Ez bang li hemû jinan dikim. Em hemû bibin yek û rêbertiya xwe ji bin tecrîdê xilas bikin.  Ger wisa biçe wê herî zêde em jin êşê bikişînin.  Em ê her roj zêdetir bimirin û îşkenceyê bibînin.  Yekane kes dikare vê pirsgirêkê çareser bike û ew jî Abdullah Ocalan e. Ji ber vê em ê heta dawî piştgiriyê bidin qampanyaya ji bo azadiya Rêbertiyê.”
 
‘Rêya aştiyê ji Îmraliyê derbas dibe’
 
Yildiz Opçînê jî destnîşan kir ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye û got: “Rêya aştiyê ji Îmraliyê derbas dibe. Her kes vêya dizane. Em dixwazin aştî bê vî welatî. Em naxwazin zarok bimirin. Em dixwazin aştî bê. Ez bang li hemû jinan dikim ku xwedî li vê qampanyayê derkevin.
 
Ayşe Alagaşê jî diyar kir ku divê tecrîda li ser girtiyên azadiyê bê rakirin û got wê xwedî li qampanyayê derkevin.