Kongireya 7'emîn a PYD'ê dest pê kir

  • 12:18 27 Îlon 2017
  • Ramyarî
RIMÊLAN – Kongireya 7' emîn ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi dirûşma "Ji Rojavaya Azad ber bi Federaliya Sûriyeya demokratîk ve"  hat destpêkirin. Kongireya ku hat destpêkirin wê du rojan dewam bikê. 
 
Kongireya 7'emîn a  PYD'ê li Navenda çand û Hûnerê ya Şehîd Aram Tîgran a bajarokê Rimêlanê bi dirûşma "Ji Rojavaya Azad ber bi Federaliya Sûriyeya demokratîk ve" tê lidarxistin.  Salona kongireyê bi wêneyên berxwedêrên azadiyê ku jiyana xwe ji dest dan û yên Rêberê PKK'ê Abdellah Ocelan hat xemilandin. Di kongreya hat lidarxisitn de nunerên Sazî û Rêxstinên Civaka Sivîl, Rêbverberiya Xweser a TEV-DEM'ê  Hêzên Leşkerî ên Bakurê Sûriyê û gelek nûnerên din ên partî û saziyan jî amade bûn. 
 
Kongir bi deqeyek  Rêzgirtin ji bo Cangoriyên azadiyê dest pê kir. Piştî merasîmê  Hevseroka PYD'ê Asiya Ebdellah axivî, Asiya piştî  bi xêr hatina kesên amade kir wiha got: "Em kongireya  xwe ya 7'emîn li tevahî kesên amade û gelê herêmê pîroz dikin. " Asiya di berdewamiya axavtina xwe de berxwedêrê azadiyê Rûstem Cûdî jî  bi bîr anî û ev tişt got: " Îro hêzên me di warê leşkerî de gelek serkeftî ne. Wê serkeftina ya   Ferderaliya Bakurê Sûriyeyê be û wê ev kongre jî serkeftî bi dawî bibe." Kongere bi avaftina Hevsrokê PYD'ê Salih Mudslim berdewam kir.