'Operasyon hedefgirtina serkeftinên gelê kurd yên neteweyî ne'

  • 10:04 27 Îlon 2017
  • Ramyarî
Zeynep Turgut
 
WAN-Piştî ku ji parlementoyê  operasyona derveyî sînor derbas bû bertekên li dijî wê jî berdewam dikin. Hevserokên HDP yên Wanê gotin ku armanca operasyonên derveyî sînor hedefgirtina destkeftiyên gelê kurd yên neteweyî ne. 
 
Li parlementoya Tirkiyeyê operasyona derveyî sînor ji aliyê partiyên nijadperest ve hate erêkirin û ji parlamentoyê derbas bû. Bertekên li hemberî  erêkirina operasyonên derveyî sînor jî berdewam dikin. Hevserokên HDP'ê yên Wanê diyar kirin ku dewlet dixwaze serkeftinên Rojava hedef bigire û gotin ku vîna gelê kurd ji hêsin e û dewlet nikare bi tang û topên xwe wê ji holê rake. 
 
'Armanc destkeftiyên rojava ne' 
 
Hevseroka HDP'ê ya Wanê Gûlîstan Orhan anî ziman ku armanca operasyona derveyî sînor tune hesibandina vîna gelê kurd e û wiha axivi;"Li dijî referandûma ku li başûrê Krudistanê hat kirin hêzên netew tev bûne yek û ji bo ku referandûm pêk neyê ji her aliyî ve zext li Barzanî kirin. Gava ku mijar dibe kurd partiyên nijadperest mîna her sal dibin yek û fermanê didin. Li vir tenê hedefeke hikûmeta AKP'ê heye ew jî serkeftinên gelê kurd yên li Rojava ne. Hedefa hêzên netew Rojava ye. Dixwazin  bi operasyonên derveyî sînor bikevin Rojava û li wir komkujiyan li ser gelê kurd pêk bînin. Li Rojava gel li ber xwe didin. Wê vînê tu car li hemberî hişmendiya DAÎŞ-AKP serê xwe natewand û natewînin.  Li Başûr vînek heye. Biryara serxwebûnê ne Erdogan gelê li wir yê kurd wê biryarê bide. Destpêkê Tirkiye pişt re hêzen netew naxwazin ku gelê kurd vîna xwe hilbijêre. Hikûmeta AKP bi operasyona derveyî sînor dijminahiya xwe dubara nîşanî gelê kurd da. Hêzên nijadperest li hemberî vîna gelê kurd bûne mertal. Lê vîna gelê kurd li hemberî tanq û topan serî natewîne. Hêzên netewdewlet jî vê yekê baş dizane. Pêwîste ji çar perçayên Kurdîstanê gelê kurd rabe ser piyan û van operasyonan têk bibe."
 
'Êrîş li dijî vîna gelê kurd in' 
 
Hevseroka Tuşbayê Dewlethan Aslan jî bertek nîşanî operasyona derveyî sînor da û got ku tu hêz nikare serkeftinên gelê kurd yên neteweyî jî holê  rakin û wiha got:"Bi salane hikûmeta AKP'ê li dijî kurdan  heman polîtikayê dide meşandin. Polîtikayên AKP'ê hemû li ser qirkirina kurdan hatine pêşxidtin. Dîsa parlementoya Tirkiyeyê ji şer re got erê. Armanca operasyona derveyî sînor ketina Rojava ye. Bi destê hêzên netew dixwazin vîna Rojava bişkînin. Rayedarên Tirkiyeyê her roj bi daxuyaniyên xwe dijminahiya li hemberî gelê kurd vedibêjin. Lê heta niha tu hêzan nikaribûye li hemberî têkoşîna gelê kurd bisekinin. Bi salane van operasyonan didin meşandin.  Bi operasyonan nikarin destkeftiyên gelê kurd yên neteweyî ji holê rakin. Ez bang li gelê kurd dikim ku bila biherikin qadan û vê dijminahiyê qebûl nekin. "