Xebatên Komîseriya Hilbijartinan di rojeva Meclîsa Zagonsaz de bûn

  • 12:56 26 Îlon 2017
  • Ramyarî
EFRÎN-Meclîsa Zagonsaz biryara 3'emimin a Komîseriya Bilind a hilbijartinan wergirt û 3 endamên Komîseriyê di runiştina meclîsê de sond xwarin.
 
Meclîsa Zagonsaz a Kantona Efrînê, runiştina xwe ya 22'emîn a asayî bi 60 endamên xwe yên meclisê  li Salona Civînê ya Şehîd Rûken, li dar xist. Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Vekirrina civînê bi kurteya encama runiştina bûrî ya 21'emîn ku hat xwednin hat kirin.
 
Biryara 3'emîn a Komîseriya Hilbijartinan
 
Piştî ku kurteya civîna bûrî hat xwendin Endama Dîwana Meclîsê Mûşîra Mela Reşîd derbarê biryara 3'emîn a Komîseriya Bilind a Hilbijartinan de wiha axivî : "Piştî hilbijartinên 22'yê Îlûna 2017 ên hevserokatiya  komînên herêmê, Komîseriiya Bilind a Hilbijartinan di biryara xwe ya 3'emîn de hijmara gîştî ya kesên dengê xwe bi kar anîn û navên namzetên ku dengên herî bilind anîn xwend. Di biryarê de navên hevserokên nû yên hatin hilbijartin û hijmara dengên bidest xistin hatin eşkerekirin."  
 
Sonda fermî 
 
Piştî xwendina biryarê, 3 kesên nû ku ji bo endamtiya Komîseriya Bilind a Hilbijartinan hatibûn pêniyarkirin, li pêşiya Meclîsa Zagonsaz sonda fermî xwndin û weke endamên Komîseriyê hatin destnîşankirin. 
 
Reşnivîsa Qanûna rêxistinkirina Guherandina Pere û serfkirina wan
 
Di dawiya civînê de reşnivîsa qanûna  rêxistinkirina çalakiyên veguherandina pereyan û serfkirinê ji aliyê Serokê Komîteya Darayî Ednan Silêman ve hat xwendin. Piştî xwendinê reşnivîs hat nirxandin û pêşniyar hatin kirin da ku gelek xalên wê werin sererastkirin. Lê belê ev xebat bi dawî nebû û talûqî runiştina 23'emîn a meclîsa Zagonsaz hat kirin.