Foza Yûsif: jin hîmên bingehîn ên Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê ne

  • 09:04 26 Îlon 2017
  • Ramyarî
Civîn Hisên
 
QAMIŞLO - Hevseroka Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Foza Yûsif hilbajartinên komînan nirxand û wiha got: "Hîmê bingehîn ê vê projeyê jin e. Me ev meş bi hev re da destpêkirin û em ê bi hev re heta serkeftinê vê meşê dewam bikin."
 
Projeya Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê bi gava xwe ya yekmîn a hilbijartinên komînan dest pê kir, gelan bi tevlîbûneke berbiçav dengê xwe bi kar anîn.  Derbarê hilbijartinan û pêvajoya ku di dema pêş de were kirin, her wiha tevlîbûna gel ji hilbijartinan re Hevseroka Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Foza Yûsif nirxandin kir.
 
Foza di destpêkê de tevlîbûna gelê herêmê ji hilbijartinên komînan re pîroz kir û wiha got: "Tevlîbûna gel a ji hilbijartinên komînan re erênî û serkeftî ye. Ev helwesta gel bi wate ye û di aliyê civakî, siyasî û di gelek aliyên jiyanê de wê bandorek wê hebe. Kesên ku digotin ev hilbijartin bi ser nakeve jî, gelê me bi çûyîna ser sendoqan bersiva wan da. Ev jî diyar dike ku bi Federaliya demokratîk bawer in û vê projeyê ji bo xwe weke riya çareseriyê dibînin û ji bo azadiyê bi israrin.Hilbijartinên komînan ji bo wan pir giring in.  Ji bo ku bingeha pergala xwe li ser hîmekî rast ava bikin, tevlîbûna xwe jî dan nîşandan."
 
'Wê qonaxa duyem a hilbijartinan bi rengekî hîn baştir çêbibe'
 
Fozayê diyar kir ku ew ê encamên hilbijartinên komînan baş binirxînin û wiha pê de çû: "Tecrûbeyek me di warê hilbijartinan de çêbû, ji bo pêvajoya pêşiya me jî ango di hilbijartinên meclisan de kêmasiyên ku hatine kirin em ê derbas bikin.  Amadekariyên me jî hene ji bo ku hilbijartinên pêvajoya pêşiya me bi rengkî baştir û bi tevlîbûneke baştir werin çêkirin. Ev gava yekemîn bû, gelê Sûriyê ji çanda demokerasiyê dûr bû.  Niha bi van gavan êdî em nêzî demokrasiyê dibin, em demokrasiyê ava dikin, di heman demê de berpisiyariyên xwe yên civakî jî pêk tînin û bi vî rengî siyaseta civakê jî avadikin."
 
'Vîna gelan û xwedîderketina li federasiyonê  derket holê'
 
Fozayê balkişand ser tevlîbûna tevahî pêkhateyên Bakurê Sûriyê ya ji bo hilbijartinan û wiha got: "Gelê Bakurê Sûriyê bi pêkhateyên xwe yên kurd, ereb, suriyan, aşur, tirkmen û hemû pêkhateyên din bi tevlîbûna hilbijartinan ji cîhanê re dan xuyakirin ku ew Federalî pergaleke demokratîk e û xwe bi xwe rêvebirinê dixwazin. Balkêş bû ku tevahî pêkhateyên herêmê tevlî hilbijartinê bûn.  Heta herêmên ku rêjîmê hilbijartin lê qedexe kiribû, gel çû komînên xwe vekirin û dengê xwe dan. Ji bo erebên mexmûrî jî di qanûnên xwe de beriya niha me rewşa wan nîqaş kiribû. Ew jî tevlî hilbijartinên komînan bûn û wê tevlî yên naveçeyan jî bibin. Armanca me jî ku kesên li vir dijîn her çiqas  bi biryarek siyasî bêyî îradeya xwe hatibin vêderê jî û di demên pêş de her çiqas pêwste rewşa wan were zelalkirin jî tevlî hilbijartinan bûn."
 
'Jin hîmên bingehîn  in ji bo federaliya demokratîk'
 
Fozayê di dewama axaftina xwe de da zanîn ku hilbijartin bi tevlîbûna jinan dewlementir bû û  wiha got: "Bi çûyîna ser sendoqan jinê jî vîna xwe derxist holê, bi qasî gelan îro jin jî xwedî li pergala xwe derdikevin.  Ji ber ku ev pergal bi qasî ku ya gelan e di heman demê de ya jinan e jî.  Jinan seknekE pir bi hêz û berpisiyar dan nîşandan;   hem xwe wek hevserokê komînan dan nîşandan û hem çûyîna li ser sendoqan jî wekî  berpisiyarî girt ser xwe. bi vê yekê jî jinan da nîşandan ku  hîmên bingehîn yên projeya Federaliya Bakurê Sûriyê ne. Di vê rojê de careke din jinê da îsbatkirin ku bi tevlîbûna wê, wê pergala federaliyê bighêje serkeftinê."
 
'Pergala hevserokatiyê girînge ji bo pêşerojê'
 
Fozayê da zanîn ku di tevahî qanûnên federaliyê de û di komînan de jî pergala hevserokatiyê hate pejrandin û wiha pê de çû: "Pergala hevserokatiyê di komînan de ji bo ku jin hîn bi awayekî bi hêztir û di biriyarên civakî û siyasî de rol bilîze û pêşengtiya wê bike ye. Di hemû komînan de yek jin yek mêr hat hilbijartin.  Ev jî gaveke demokratîke. Bi vî awayî pergala  hevserokatî di federaliya Bakurê Sûriyê de fermî dikin û derbasî jiyanê dikin. Pêwîste jinên bûne hevserok vê ferasetê baş binirxînin.  Ji bo runştandina pergala civakî û pêşxistina azadiya jinê."
 
Fozayê herî dawî ev gotin anîn ziman: "Hêviya me û baweriya me ew e ku gava duyamîn wê hîn xurtir be, ji ber ku em bûn xwedî tecrûbe. Di gavên destpêkê de xwezayî ye ku kêmasî derkevin lê di gavên pêş de wê  ev kêmasî bên derbaskirin. Gava yekemîn serkeftî bû, em dibêjin wê gava duyemîn hîn serkeftîtir be."