‘Ji bo aştiya Rojhilata Navîn divê pirsgirêka Kurd û Fîlîstînê bê çareserkirin’

  • 09:04 13 Çile 2024
  • Ramyarî
Melek Avci
 
ENQERE - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, diyar kir ku şerê li Kurdistan û Fîlîstînê her diçe giran dibe û got: “Di esasa sêyemîn şerê cîhanê de li Rojhilat Navîn rîska belavbûna şer heye. Ji bre vê divê hem pirsgirêka Kurd hem jî ya Fîlîstînê bi riyên aştiyane bên çareserkirin ku Rojhilata Navîn nebe gola  xwînê.”
 
Pevçûna navbera Israîl û Fîlîstînê de ji 7’ê cotmehê de didome û bi hezaran sivîlî  jiyana xwe ji dest da û koçber bûn. Her wiha êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Rojava jî didomin. Şerê li Kurdistan û Fîlîstînê tê meşandin dibe sedema gola xwînê û mudaxaleyên hêzên navneteweyî ya li ser herêmê bi salan e didome.
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo bêje ku her du pirsgirêk ji heman çavkaniyê xwedî dibin di 14’ê Çileyê de li Stenbolê mîntînga ‘bi gelê Fîlîstînê re piştevanî’ wê pêk bîne. Serokwekîla Koma DEM Partî Gulîstan Kiliç Koçyîgît der barê mijarê de axivî.
 
* Partiya we di 14’ê Çileyê de mîtînga piştgiriya Fîlîstînê dê pêk bîne. Ev biryarek dereng mayî nîne? Çima niha?
 
Du pirsgirêkên mezin ên Rojhilata Navîn hene. Yek a Fîlîstîn a din a kurdan. Neçareseriya van pirsgirêkan bandor li aştiya Rojhilata Navîn dike. Niha li Gazzeyê qirkirin pêk tê. Em di alî pirsgirêka Kurd de binêrin ji ber polîtîkayên Tirkiyeyê 85 mîlyon mirov bi bandor dibin. Her du pirsgirêk dişibin hev. Her du pirsgirêk dişibin hev. Her du gel tune tên hesibandin. Heta belkî Fîlîstîn di vê mijarê de hinek din bi şans e. Ji ber di qada navneteweyî de hatiye nasîn. Lê em di alî gelê Kurd de bêjin li Tirkiyeyê mafê welatîbûna destûra bingehîn dixwazin. Zimanê xwe dixwazin. Piştevaniya bi gelê Fîlîstînê re dîrokî ye. Ji pêvajoya ewil de tevgera azadiya Kurd bi Fîlîstînê re bû û ligel wan cih girtiye. Em pêvajoyê ji nêz ve dişopînin. Me di destpêka şerê di 7’ê cotmehê de hat destpêkirin daxuyanî da û me got divê demildest agirbest pêk bê. Me di meclîsê de jî helwesta xwe nîşan da. Hem li hemû mecrayan berteka xwe danî holê. Em di mîtîngê de jî dixwazin helwesta xwe, em çawa nêzî Fîlîstînê dibin, mijar tenê bi Fîlîstînê sînor nîne, nîşan bidin. Mînak Rojava li vir mînakek girîng e.
 
* Tiştên li Fîlîstînê tên jiyîn bi salan e li Kurdistan û Rojava tê jiyîn. Lê rojeva siyaseta Tirkiyeyê Fîlîstîn e. Hûn nedîtina êrîşên li hember Rojava çawa dinirxînin? 
 
Me gelek carî îfade kir. Me got Tirkiye bi giştî AKP û partiyên din dirû ne. Çi cudahî di navbera bûyerê li Fîlîstîn û Rojava tên jiyîn heye. Divê em vê bipirsin. Gelo dema 22 hezar mirov bimirin wê li Rojava binêrin ? Ev jî hat jiyîn. Divê gelê Tirkiyeyê vê bizanibe, hemû kesên ji bo Fîlîstînê rondikan dibarîne, êşê dikşîne û şermezar dike heman tişt ji bo Kurdan jî derbasdar e. Li ser kurdan jî heman nêzîkatî heman pêkanîn heman êrîş tên jiyîn. Pergala welatê ku em lê dijîn vê dike. Dema ji Fîlîstînê re rondik tê barandin ji bo Rojava çepikan lênedin. Tu kes nikare ji me re erêkirina bombebarankirina cihên sivîl vebêje.
 
* Dema we piştgirî da Fîlîstînê dibêjin ‘piştgiriyê didin Hamasê’. Hûn van rexneyan çawa dinirxînin?
 
Ez dikarim vê bêjim. Piştevaniya me ya bi gelê Fîlîstînê re pir zelal û aşkera ye. Em dixwazin bi rêbazên aştiyane pirsgirêka Fîlîstînê bê çareserkirin. Di vê mijarê de em piştgiriyê didin gelê Fîlîstînê û em dixwazin mijar bê çareserkirin. Ne Hamas ne jî Israîl. Em ji her duyan yekî tercîh nakin û mafdar nabînin. Helwestek me ya wisa tune ye. Em ligel têkoşîna mafdar a gelê Fîlîstînê ne. Di vî alî de em her cureyê li dijî hiqûqa şer, dixwaze hikûmeta Israîl be dixwaze ya Hamasê be, em li dijî vê ne. Em ji vê wêdetir xeta sêyemîn diparêzin.
 
* Di giranbûna pevçûnan de, neçareseriyê de rola hêzên navneteweyî û ya herêmî çiye?
 
Em mijar hemû bi tevahî Rojhilata Navîn dînamît dikin. Ev li  astengiyên herî mezin ên li pêş aştiya li Rojhilata Navîn in. Em dizanin ku yên astengiyan li pêş aştiyê derdixin hêzên navnetweyî û statukoyên herêmê ne. Astengiya herî mezin a li pêş pirsgirêka Kurd kî ye? 
 
Tirkiye, Îran, Iraq û hikûmeta Sûriyeyê ye. Ji ber helwesta wan ya statukoyî ev pirsgirêk nehatiye çareserkirin. Heman tişt ji bo Fîlîstînê jî derbasdar e. Pergala navneteweyî û cîhana Ereb li hember vê zilmê bêdeng e. Ji ber vê jî bi rastî piştgiriyê nadin aştiyê. Divê pirsgirêka Kurd û ya Fîlîstînê di esasa daxwazên gel de aştiyane û demokratîk de bê çareserkirin. Me di her zemînê de ev got. Lê ev aşkera ye ku AKP beriya hilbijartinê mijara Fîlîstînê dike alava îstîsmarê. Em dixwazin vê teşhîr bikin. Bi rastî esasa mijarê çiye, çawa tê çareserkirin, çawa dikare ji alava îstîsmarê bê derketin em ê vê îfade bikin.
 
* Dema êrîş li dijî Gazzeyê hatin destpêkirin partiya we daxuyaniya ‘heta pirsgirêka Kurd û Fîlîstînê neyê çareserkirin aştî nayê Rojhilata Navîn’ kir. Hûn dikarin vê hinekî vebikin? 
 
Heta pirsgirêka Kurd çareser nebe şansa demokratîkbûna Tirkiyeyê tune ye. Pirsgirêka Kurd îro çavkaniya hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê ava dike. Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê divê pirsgirêka Kurd bi rê û rêbazên demokratîk û aştiyane bê çareserkirin. Ev di heman demê de wê gavek ji bo pêşîvekirina aştiya Rojhilata Navîn be. Tirkiye tenê ji ser pirsgirêka Kurd siyasetê, jiyana civakî dizayn nake; operasyonên dersînor dike, herî dawî ji ber operasyonên dersînor 12 leşker mirin. Em dipirsin çima 12 leşker mirin? Ji ber operasyonên dersînor mirin. Xuyaye ku pirsgirêka Kurd çareser bibûna wê 12 mirov îro bijiyana. Di esasa sêyemîn şerê cîhanê de li Rojhilat Navîn rîska belavbûna şer heye. Ji ber vê divê hem pirsgirêka Kurd hem jî ya Fîlîstînê bi riyên aştiyane bên çareserkirin ku Rojhilata Navîn nebe gola  xwînê. Ji ber vê agirbest şert e.
 
Ji bo mîtînga 14’ê Çileyê bang
 
Ez carek din ji bo mîtînga ku em pêk tînin bang dikim. Ev mîtîng gelek girîng e û dîrokî ye. Hem ji bo çareseriya demorkatîk a pirsgirêka Kurd hem ji bo çareseriya pirgsirêka Fîlîstînê em di vê mîtîngê de bên gel hev. Li dijî şer li dijî vê qirkirinê em gel ligel hev cih bigirin.