HEDEP'ê dîroka serlêdana ji bo brenamzediyê diyar kir

  • 14:06 27 Mijdar 2023
  • Ramyarî
 
AMED - HEDEP'ê ji bo hilbijartinên herêmî dîroka bernamzediya hevşaredartiyê diyar kir.  
 
Rêxistina Bajarê Amedê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) têkildarî serlêdanên bernamzedên Hilbijartina Herêmî ya 31'ê Adara 2024'an li avahiya xwe daxuyaniyek da. Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de ku pankarta bi dirûşma “Bi civaka rêxistinî ber bi rêveberiyên xwecihî yên demokratîk ve”  hat vekirin de, dema serlêdanên bernamzediya  hevşaredartiyê hat diyarkirin.
 
'Gelê Kurd planên hikûmetê pûç kirin'
 
Di civînê de destpêkê Hevserokê HEDEP'ê yê Amedê Abbas Şahîn axivî û bal kişand ser desteserkirina îradeya li bajarên Kurdistanê. Abbas bal kişand ser pêkanên qeyûman ên li bajaran, diyar kir ku ew ê şaredariyên ji aliyê qeyûman ve hatine desteserkirin ji nû ve bigirin û bi piştgiriya gel bixin xizmeta gel. Abbas, diyar kir ku ji îro pê ve li Amedê serlêdanên bernamzediyê dest pê kirine û diyar kir ku piştî diyarkirina namzedan dê dest bi xebatên hilbijartinê bikin. Abbas diyar kir ku dê serlêdan heta 8'ê Kanûnê berdewam bikin û wiha got: “Hevdîtinên pêşîn dê di navbera 27'ê Mijdarê û 9'ê Kanûnê de bên kirin. Divê hemû gelê me karibe xwe tevlî pêvajoyê bikin. “Em hemû gelê xwe vedixwînin.
 
'Em dixwazin jin derkevin pêş'
 
Hevseroka DBP'ê ya Bajarê Amedê Sûltan Yaray jî diyar kir ku ew ê di bin zext û zordariyê de biçin hilbijartinê û berxwedana wan nayê pûçkirin. Sultan diyar kir ku zexta herî mezin bi tayînkirina qeyûman li ser jinan hatiye kirin û got, “Bi vê helwesta xwe em ê li hemberî zextên jinan li ber xwe bidin. Hevserokatî qada ku herî zêde lê zehmetî tê kişandine. Em careke din dibêjin xeta me ya sor ev e. Em dixwazin jin di van hilbijartinan de careke din derkevin pêş. Gelê Kurd vê carê jî li hemberî tayînkirina qeyûman wê vîna xwe biparêze. Bi salan zimanê me qedexe kirin, lê nekarîn dawî lê bînin. Em ê bi hêz û îradeya xwe wan paşve bixin."