Konferansa Partiya Çep a Kesk bi dawî bû

  • 08:29 12 Îlon 2023
  • Ramyarî
 
ENQERE - Di konferansa Partiya Çep a Kesk de ku du rojan dewam kir, 24 biryar hatin girtin. Bênavber têkoşîan li dijî tecrîda li Îmraliyê û di hilbijartinan de ji aliyê gel ve diyarkirina namzetan hin ji van biryaran e. 
 
Konferansa Partiya Çep a Kesk a li Navenda Kongreyê ya Nazim Hîkmetê ku du rojan dewam kir, bi dawî bû. Partiyê piştî hilbijartinan pêvajoya jinûvesazkirinê dabû destpêkirin, civînên gel çêkiribûn, komxebat û atolye li dar xistibûn û rexne û pêşniyazên gel girtibûn. Di vê konferansê de jî hemû rexne û pêşniyaz hatin bilêvkirin. 
 
Di encama konferansê de 24 biryar hatin girtin. Bênavber têkoşîan li dijî tecrîda li Îmraliyê û di hilbijartinan de ji aliyê gel ve diyarkirina namzetan hin ji van biryaran e. 
 
Biryarên hatin girtin dê di meha Cotmehê de di kongreyê de bên berpêşkirin. Sernavên biryarên hatin girtin wiha ne: 
 
* Di meseleya kurd de çareseriya demokratîk û aştiyane
 
* Siyaseta demokratîk, Rêya Sêyem û tifaq
 
* Li dijî rejîma qeyûma em 'di rêveberiyên herêmî yên demokratîk de' israrker in
 
* Azadî û wekhevî ji baweriyan re
 
* Peywireke bivênevê: Rêxistinkirina kedê
 
* Aboriya demokratîk û gelparêz
 
* Piştevaniya li dijî erdhej û karesatan jiyan e
 
* Li dijî tiryakê têkoşîneke topyekûn
 
* Çapemeniya azad nayê bêdengkirin
 
* Lîsteya Meclisa PArtiyê, hevserok û lijneyên din
 
* Dê di hilbijartinên giştî û herêmî de gel namzetên me diyar bike
 
* Gavên rêxistinî yên ji bo jinûvesazkirinê
 
* Em ê komara demokratîk ava bikin
 
* Li dijî polîtîkayên şer û tecrîdê aştî û çareserî
 
* Girtîhgeh, binpêkirinên mafan û girtiyên nexweş
 
* Têkoşîna li hemberî sûcên li dijî xwezayê
 
* Tov zîl didin
 
* Polîtîkayeke astengdraiyê ya adil û xweser
 
* Li cîhaneke bêsînor biratiya gelan
 
* Bi zarokan re ber bi siberojeke azad
 
* Bilindkirina têkoşîna ji bo mafê zikmakî, piştgiriya ji bo jiyaneke pirzimanî
 
* Çand û huner
 
* Pêkanîna bernameya dibistana partiyê
 
*Meclisa Ciwanan