HDP starta kampanyaya 'Ji bo astengdaran edalet' da

  • 16:17 3 Gulan 2021
  • Ramyarî
 
ENQERE - HDP, starta xebatên "Ji bo astengdaran edalet" da û li ser online kampanyaya xwe deklare kir. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi navê "Ji bo her kesî edalet" kampanya dabû destpêkirin. Beşek din a kampanyayê bi dirûşma "Ji bo astengdaran edalet" xebat da destpêkirin. Kampanya bi tevlîbûna astengdaran a li ser online hat deklarekirin. 
 
Di deklarekirina kampanyayê de wiha hat gotin: "Nayê zanîn ku li Tirkiyeyê çend milyon astengdar hene. Derbarê mijarê de îstatîstîkek nîne. Sedema wê jî polîtîk e. Dewlet ji bo berpirsiyariya xwe pêk neyne daneyên îstatîstîkî nade. 
 
Îqtîdar piştgiriya xwe ya ji bo astengdaran wekî propagandayê dike. Çend piştgirî bên dayîn jî sembolîk in. Astengdar di pêvajoya pandemiyê de bêewlehî li malê hatine mehkûmkirin. Ji bo astengdar xwe di nava civakê de wekhev bijîn ev kampanya girîng e."