HDP: Riya rast riya diyalog, demokrasî û aştiyê ye, ne operasyon û şer e

  • 10:58 2 Gulan 2021
  • Ramyarî
 
ENQERE - HDP'ê li dijî êrîşên dewleta tirk ên li hemer Herêma Federal a Kurdistanê banga hestiyariyê kir û got, " Riya rast riya diyalog, demokrasî û aştiyê ye, ne operasyon û şer e"
 
Lijneya Rêberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê êrîşên dewleta tirk ên bi "hinceta ewlehiya sînor" li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê pêk tîne daxuyaniyeke nivîskî weşand. HDP'ê di daxuyaniya xwe de bertek nîşanî operasyonan da û banga hestiyariyê li saziyan kir.  
 
Di destpêka daxuyaniya HDP'ê de hat diyarkirin ku Tirkiye ji sala 1983’yan vir ve, li ser axa Herêma Federal a Kurdistanê, bi hinceta “ewlehiya sînor” operasyonên asmanî û bejayî pêk tîne û ji wê salê heta niha di encama wan operasyonan de şer û pevçûn girantir bûn û riyeke çareseriyê nehat peydakirin.  HDP'ê diyar kir ku 38 sal derbas bûn lê îro jî ew operasyon bi heman şeklî tên berdewamkirin û di berdwamiya daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: "Di encama wan operasyonên asmanî û bejayî de, gelek sivîl hatin qetilkirin, gelek gund hatin valakirin û şewitandin, xisareke mezin li ser siruşt û civakê hat çêkirin. Lê hikûmetan heta niha bi reşkirin û manîpulasyonan, rastiya şer û binpêkirinên mafê mirovî û têkçûna aboriyê veşart."
 
'Hikûmet îro jî vê xeletiya xwe didomîne' 
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hikûmeta îro jî vê polîtîka û xeletiyê ji bo berjewendiyên xwe didomîne, aştiyê di nav gelan de ava nake û li şûna wê bi heman armancê operasyonên asmanî û bejayî li axa Herêma Federal a Kurdistanê pêk tîne. Daxuyanî wiha hat berdewamkriin: " Herî dawî di 24’ê Nîsanê de hate ragihandin ku operasyoneke nû hatiye destpêkirin. Gelê Herêma Kurdistanê van operasyon û êrişên ku mal û milk û canê wan dike armanc qebûl nake û ji bo ku ev operasyon bên rawestandin dengê xwe bilind dike. Operasyonên asmanî û bejayî yên ku bi hinceta “ewlehiya sînor” tên kirin, beriya her tiştî êrişa li dijî riya çareseriya demokratîk û siyasî ya pirsgirêka Kurd e. Serwerkirina hikm û nêzikatiya polîtîkayên şer û pevçûnê ye. Ev rêbaza ku 38 sal in bi israr tê domandin pirsgirêkan girantir dike û rê li ber çareseriyê jî digire. 
 
'Şer bû sedema qeyrana aborî'
 
Di daxyaniya HDP'ê de qeyrana aborî jî hat bibîrxistin û di dirêjiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Li Tirkiyeyê her ku diçe qeyrana aborî, civakî û siyasî kûrtir dibe. Gelek kes bêkar hatine hiştin û her roj gelek kes ji ber vê qeyranê xwe dikujin. Hemû çavkaniyên ku ji bo şer hatine veqetandin, civak ber bi xizanî û qeyraneke mezin ve birine. Ev rêbaza ku 38 sal in tê domandin, wek doh îro jî xisareke mezin dide gelan.  Li hindur û li derve, kengî hikûmet tengav bibe, her tim bi operasyonên asmanî û bejayî rojevê diguherîne. Serokê Banka Navendî bi awayekî zelal aşkera kir û got 'balafirên me bêpere nafirin'. Ev yek jî nîşan dide ku hemû çavkaniyên Tirkiyeyê ji bo şer tên terxankirin û “128 milyar dolar” li ku ye. Hikûmet polîtîkayên şer û pevçûnê bi israr didomîne û qeyranan mezintir û girantir dike. Di 38 salan de aşkera bû ku polîtîkayên ewlehî, şer û pevçûnê, tu tiştî çareser nakin û pirsgirêkan mezintir dikin. Ji bo wê jî em careke din dibêjin riya rast riya aştiyê ye, riya diyalog û çareseriya demokratîk e."  
 
HDP'ê wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: "Wek HDP, em ji bo rawestandina şer û avakirina aştiya civakê amade ne û careke din banga diyalog û danûstandinê dikin. Wek doh em îro jî dibêjin riya rast riya diyalog, demokrasî û aştiyê ye, ne operasyon û şer e."