Pervîn Buldan: Têkoşîna me ya hiqûq û demokrasiyê ye

  • 15:35 18 Nîsan 2021
  • Ramyarî
 
ENQERE - Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan di civîna onlîne ya bi hevşaredaran re axivî û got, "Ez dixwazim bibêjim ku ji têkoşîna vî gelî ya mafdar em hemû berpirsiyar in. Ev têkoşîna hikqûq û demokrasyê ye
 
Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan ji bo ku êrîşên li hember HDP'ê binirxînin bi hevşaredaran re bi rêya onlîne civîn pêk anîn. Pervîn Buldan di axaftina xwe de got: "AKP nikare bi şewbê re têbikoşe û her tişt ji rê derketiye. Bi taybetî li Stenbolê, li hemû cihên din her tişt ji rê derketiye. Ji destpêkê ve em dibêjin ku AKP nikare pêşiya şewbê bigire." 
 
Pervîn pîrozbahiyên 8'ê Adarê û Newrozê yên beriya mehekê bi bîr xist û got: "Peyameke girîng ji hikumetê re hate dayin." 
 
'Planên me jî hene'
 
Pervîn bal kişand ser rewşa li girtîgehan j, û wiha pê de çû: "Daxwazên hevalên me yên ketine greva birçîbûnê zelalin. Ne ew daxwazin ku neyên bicihanîn. Eger bê xwestin û li gorî hiqûqê nêzîkatî bê nîşandan, hingî wê daxwaz bi cih bêne anîn. Pirsgirêk ew e ku Tirkiye li gorî qanûnên xwe tevnagere. Meseleya tecrîda li Îmraliyê ye, neheqiya li kurdan e, binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan e."
 
Bûldan doza ku ji bo girtina HDP'ê hatiye vekirin jî bi bîr xist û destnîşan kir ku divê îdîanameyeke bi vî rengî careke din qet nekeve rojeva Tirkiyeyê.
 
Pervîn, di dewama axaftina xwe de wiha got: "Em HDP, amadekariyên xwe hemû li ser rojeva girtinê nakin. Em bi planên xwe yên A, B, C dewam dikin. Dixwazim vê yekê jî parve bikim. Em komîsyoneke gelekî xurt a hiqûqê ava dikin. Ev komîsyona hiqûqê ne tenê têkildarî doza girtinê ye."
 
Pervînê pirsgirêka qeyûm jî nirxand û wiha bi dawî kir: "Lê belê hûn hem hevşaredarên gelê me ne hem jî yên şaredariyên me ne. Gelekî girîng e ku heta hilbijartina bê weke hevşaredar di nava gel de bimînin û kedê bidin. Bêguman ji bo teşhîrkirina qeyûman jî erk û berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê we."
 
'Pêvajo derbasî qonaxeke nûh bûye'
 
Mîthat Sancar jî got: "Pêvajoya heyî weke 'meşandina plana berê bi gavên nû' pênase kir" û anî ziman ku pêvajoya tasfiyekirin û têkbirinê derbasî qonaxeke nû hatiye kirin.  Rejîma qeyûm weke amûrek ji plana teslîmgirtina Gelê Kurd hatiye bikaranîn. Gelê Kurd bi taybetî li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê, li parçeyên din ên Kurdistanê weke aktorên herî girîng tê dîtin. Ev yek rejîmê û hin hêzan ditirsîne. Bi kurtasî polîtîkayên li Tirkiyeyê tên meşandin ji polîtîkaya giştî ya li dijî kurdan cuda nîne. Planeke gelekî berfireh ê tasfiyeyê heye. Armanca vê plana tasfiyeyê tunekirina Gelê Kurd û nûnerên wî yên siyasî ne."
 
'Têkoşîneke mezin divê'
 
Mîthat diyar kir ku HDP ne partiyeke ku bi hêsanî hatiye avakirin û işaret bi girîngiya têkoşîna bi bandor a li dijî doza girtinê kir. Mîthat anî ziman ku desthilatdarî wê rêyên cuda biceribîne û got: "Yekane rê heye ku pêşî li plana tasfiyeyê ya desthilatdarî û dewletê bigire. Ew jî têkoşîneke xurt û xeta siyasî ya bi biryar e. Eger em vê bikin bêguman em ê doza girtinê jî pûç bikin."