Salîha Aydenîz: Sedema qrîzan tecrîd e

  • 16:59 9 Nîsan 2021
  • Ramyarî
 
AMED - 6'emîn kongreya asayî ya rêxistina Amedê ya DBP'ê bi dirûşma “Em bi rihê yekitiye neteweyî ber bi azadiyê ve dimeşin” pêk hat. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, da zanîn ku bidawîkirina tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dê hemû qirîz ji holê rabin. 
 
Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê, 6’emîn Kongreya xwe ya Asayî, bi dirûşma “Em bi rihê yekitiye neteweyî ber bi azadiyê ve dimeşin” li Tesîsên Demîrok pêk anî. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, parlamenterên HDP’ê Dersim Dag, Semra Guzel, Remziye Tosûn û gelek nûnerên partî û rêxistinên sivîl tevlî kongreyê bûn. 
 
Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz di kongreyê de axivî û bi van gotinan bal kişand ser tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan: “Li Tirkiyeyê sedema hemû qrîzan tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e. Bi dawîbûna tecrîdê re hemû qrîz dikarin bên çareserkirin. Ocalan hem ji bo Tirkiyeyê hem jî ji bo Rojhilata Navîn firsendek e. Heta ku tecrîd rabe em ê têbikoşin. Desthilat ji ber ku ditirse êrişî destkeftiyên kurdan dike. Ji bo yekitiya nav kurdan pêk were em ê bixebitin. Divê em bi rihê Kobanê yekitiye xwe ava bikin.”
 
Di kongreyê de ji bo Hevserokatiya DBP’ê ya Amedê Seval Gulmez û Hayrettîn Altûn hatin hilbijartin.