Ebrû Gunay: Îdianame ji serî heta binî derew in

  • 15:06 1 Nîsan 2021
  • Ramyarî
 
ENQERE - Derbarê mijarên di rojevê de berdevka HDP’ê Ebrû Gunay civîna çapemeniyê li dar xist û got: "Tevî hemû zext û zordestiyan jî HDP meşa pê bawer didomîne. Bi îdianameyên bêbingeh hûn nikarin HDP’ê bigirin."
 
Berdevka Partiya Demokraîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û mijarên di rojevê de nirxand.Ebrû derbarê biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ku têkildarî îdianameya hewldana girtina HDP’ê de da axivî. 
 
Ebrû diyar kir ku da zanîn ku AYM’ê îdianame ji aliyê qaydeyî ve lêkolîn kiriye û paş de vegerandiye û got: “AYM’ê van eletewşiyên derbarê partiya me de tenê ji aliyê şiklî ve nedît, di heman demê de got bêdelîl, bêbingeh û xwe naspêre heqîqetêkê. Ji niha ve teza serdozgeriyê pûç bûye. Tu eleqeya vê îdianameyê bi rastiyê re nîne. Metnek pir bêcidî ye. Ev metn li miduriyetên polîsan jî wisa nayên amadekirin. 
 
Bi vekirina doza girtina HDP’ê xwestin sekna muxalîf a HDP’ê bikin armanc. Bi vê biryara AYM’ê re tolhildana siyasî ya li dijî HDP’ê hat deşîfrekirin. Tevî hemû zext û zordestiyan jî HDP meşa pê bawer didomîne. Bi bi zilmê û îdianameyên wiha bêbingeh hûn nikarin HDP’ê bigirin. Li dijî wê dê têkoşîna me bidome. Biryara AYM’ê ji qaydeyê wêdetir reda ‘esasî’ ye û biryara nirxandinê ye û bi vê biryarê îdianameyê pûç derxist. Çimkî ji serî heta binî îdia giştî derew in. 
 
Çi dibe bila bibe wê têkoşîna me berdewam bike. Ev gefa li dijî HDP’ê di heman demê de li dijî hemû partiyên din ên muxalefetê ye. Biryara AYM’ê girîng e lê divê neyê leyîstikan û biryarê li ser bingeha hiqûq û yasayê bide.”