Pervîn Bûldan: Soza me ya têkoşînê ya ji bo gelan heye

  • 16:05 30 Adar 2021
  • Ramyarî
 
ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan di civîna koma meclîsê de geşedanên rojane nirxand. Pervînê li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bang li CPT'yê kir. Her wiha Pervînê li dijî girtina partiya xwe wiha got:"Em ê ji rêya xwe paşde gav neavêjin. Soza me ya têkoşînê ya ji bo gelan heye, em ê heta dawiyê li berxwe bidin. Em ê gelên Tirkiyeyê bê HDP nehêlin."
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan di civîna koma meclîsê de geşedanên rojane nirxand. 
 
'Divê herkes îktidara qesrê ya bê kontrol bibîne'
 
Pervînê Parlamenterê Sêrtê Qedrî Yildirim ê jiyana xwe ji dest da û komkujiya Kızıldere ya 30'yê Adara 1972'yan bi bîr anî û wiha got:"Em ji pêvajoyeke qeyraneke tê jiyîn derbas dibin. Em bi qeyranên rêveberiyeke zordest a yekperes û talanker rû bi rû ne. Divê herkes îktidara qesrê ya bê kontrol bibîne."
 
'Polîtîkayên wan ên çareseriyê tune ye'
 
Pervînê diyar kir ku tu polîtkayên wan ên çareseriyê tune ye û wiha domand:"Heta ev îktidar bidome dê kesek ne di nava ewlehiyê de be. Pirsgirêk her ku diçe kûrtir dibe. Rayeya meclîsê hatiye bidawîkirin û ji bo rakirina mafên demokratîk, aborî û mafên civakî ji holê bê rakirin rêya çewisandinê hat hilbijartin. Wekî yên 28'ê Sibatê her kes hedef nîşan dan. Ev amadekariya teswiyeyê ye. Baceya gel ji bo şer xerc kirin. Derew kirin nexşerêya xwe. Polîtîkayên wan ên çareseriyê tune ye."
 
Çareseriya wan; girtan HDP'ê û girtina gel a di malê de ye
 
Pervînê bal kişand ser banga gel a edaletê û wiha got:"Çareseriya wan mezinkirina bêedaletiyê ye. Gelê di nava bêçaretiyê de digevizin kar û aramiyê dixwaze. Çareseriya wan; girtan HDP'ê û girtina gel a di malê de ye. Her roj jin tên qetilkirin lê belê çareseriya wan betalkirina Peymana Stenbolê ye. Çareseriya wan xistina parlamenteriya Omer Faruk Gergerlioglu û darizandina Dayikên Şemiyê ye."
 
'Em ê rêyên li me girtine yek bi yek vekin' 
 
Pervînê wiha domand:"Em têkoşîna demokrasiyê didin û peywira me ew e ku  rêyên li me girtine em yek bi yek vekin. Em di vê rêyê de bi gavên jixwebawer bimeşin. Em ê teqez bi ser bikevin em soza vê didin. Biryara doza girtinê di 31'ê Adarê de dan û di 23'yê Hezîranê de pê li bişkokê kirin. Îktidar ji bo pergala bêedaletiyê û talanê bidomîne dixwaze HDP a têkoşîna demokrastiyê dide li derveyî siyasetê bihêle. Ev doza dahfikê ye. Yên îdianame amade kirin jî şîrîkê qesrê ne. Ewê hêza we têra bidawîkirina kevneşopiya têkoşîna HDP'ê neke. Xeyalê demokrasiyê ya bi milyonan ji xeyalên wê yên paldankê mezintir e. Di encama vê dozê de dê yê winda bike ew ê hûn bin. Em ê ji rêya xwe paşde gav neavêjin. Soza me ya têkoşînê ya ji bo gelan heye, em ê heta dawiyê li berxwe bidin. Em ê gelên Tirkiyeyê bê HDP nehêlin."
 
'HDP xewna jiyana bi hev re û wekhev a gelan e' 
 
Pervînê bang li hemû kesên demokrasiyê diparêzin kir û wiha got:"Hûn nikarin îradeya vî gelî di îdianameyên xwe de hilgirin. Vê ya li aliyekî binivîsin. HDP xewna jiyana bi hev re û wekhev a gelan e. Divê kesên xwedî li rûmeta hiqûqê derdikevin li dijî kesên dixwazin vî welatî di nava tarîtiyê de bihêlin bi helwesteke xurt bisekinin. Em bang li kesên alîgirên hiqûq û demokrasiyê dikin û em dibêjin li dijî komployê derkevin û xwedî li demokrasiyê derkevin. "
 
Gelo bê hiqûqiyek wisa dibe?
 
Ez dixwazim behsa mijarek din a girîng bikim; Civaka ku hatiye dopêçkirin, lingek wê jî tecrîda li Îmraliyê ye. Dewlet hiqûqa xwe li Îmraliyê tune dihesibîne. Di nava 10 salan de ji bo hevdîtina li Îmraliyê 951 caran parêzer serlêdan kirine û tenê bersiva 5 serlêdanan hatiye dayîn. Her wiha di nava 375 serlêdana malbatan de jî tenê bersiva 26 serlêdanan hatiye dayîn. Daxwaza herî mirovî ya û hiqûqî ya malbat û parêzeran bi keyfî tên astengkirin. Gelo bêhiqûqiyek wisa dibê? Ez dixwazim bipirsim; Hiqûqa di makeqanûnê de heyî dema tê sînorên li Îmraliyê diqede? Nikare jê wêdetir biçe? Em dixwazin îqtidar û Wezareda Dadê bersiv bide. 
 
Tecrîd tê berdewamkirin
 
Hefteya borî malbat bi Birêz Ocalan re bi rêya telefonê hevdîtineke kurt kir, Ocalan di hevdîtinê de behsa bêhiqûqiyê kir û daxwaza hatina parêzerên xwe kir. Dema Birêz Ocalan behsa bêhiqûqiyê kir hevdîtin hat qutkirin. Parêzaran wê tiştî ji raya giştî re ragihand. Ev tişt ne hevdîtina bi telefonê ye, ne hevdîtina bi malbatê re ye. Ev tişt tê wateya berdewamkirina tecrîdê ye. Mijara ku bi milyonan kesî eleqeder dike nêzîkatiyeke bêcidiyet heye. Ev tişt nayê qebûlkirin. Em dixwazin bipirsin, çima telefon hat qutkirin û çima parêzer hevdîtinê pêk naynîn. Bi milyonan kes daxwaza aştiyê dike û ev daxwazeke civakî ye. Bê hiqûqiya xwe hûn nikarin welat, civak û siyasetê dîzayn bikin. 
 
Greva birçîbûnê dive bê dîtin
 
Em wekî HDP'ê dibêjin mifteya çareseriyê lihevkirina demokratîk, siyaseta azad û hiqûqa gerdûnî ye. Hevdîtin û diyalog xerca wê xetê ye. Ji bo vê jî divê tecrîd ji holê bê rakirin û rêya diyalogê bên vekirin. Di serî de Wezareta Edaletê û hemû dezgehên eleqedar bê hiqûqiya heyî ji holê rakin û rê bidin ku parêzer û malbat biçin hevdîtinê. Rakirina tecrîdê dê feydeyê bide hemû gelên ku li Tirkiyeyê dijîn. Di Newrozê de bi milyonan kes vîna xwe aşkera kir, daxwaza rakirina tecrîdê kirin û xwestin rêya diyalogê bê vekirin. Daxwazên civakî divê tune neyê hesibandin. Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan divê bê dîtin. Îro 124 roj in grev didome. Em bang Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirova a Meclîsê dikin ku bila mijara grevên birçîbûnê bigire rojeva xwe. Her wiha em bang li CPT’ê dikin ku bila li dijî bê hiqûqiyê helwestek nîşan bide. 
 
Ji bo peymanê kedek mezin hat dayîn
 
Di hedefa faşîzmê de jin û têkoşîna jinan heye. Bi gotina kesekî şev nîvê şevê Peymana Stenbolê ya ku jiyan bi milyonan jinan eleqedar dike hat betalkirin. Peyman bi salan bi keda û têkoşîna jinê hat qezençkirin. Ji bo çend dengan ev biryar hat girtin. Îqtîdar ji bo emrê xwe dirêj bike jiyan bi milyonan jinan, LGBTÎ+ û zarokan xist xetereye. Piştî biryarê hefteya borî 2 jin her wiha jinek jî ducanî bû û ya din jî li ber çavê zaroka xwe yê 5 salî hat kuştin. Her du jin daxwaza parastinê kiribûn. Lê dewlet berpirsiyariya xwe pêk neanî. Pêşeroja bi hezaran jinan ne diyar e û ev tişt berhema îqtîdarê ye. Îqtîdar şirîkê kujeran e. Peymana Stenbolê ji bo jinan têkoşîneke hevpar e. Parastina peymanê tê wateya parastina, jin, beden, jiyan, vîn û daxwazê ye. Em li dijî îqditara mêr û kedxwariyê dibêjin em yek in û em ê bi hev re têbikoşîn. 
 
Pergala hevserokatiyê hat hedef girtin
 
Em bang li jinan dikin; Mafê jinan û destkeftiyên jinan heman tişte. Dema yek bê binpêkirin dor tê ya din jî. Bi tayînkirina qeyûman pergala hevserokatiya hedef girtin. Bi vê tiştî rê li ber betalkirina Peymana Stenbolê vekirin. Ji ber vê jî divê em xwedî hemû destkeftiyên xwe derkevin. Ez ji serokatiya giştî ya AKP’ê re dibêjin ne ji vekişandina Peymana Stenbolê divê hûn ji paldankên xwe vekişin. 
 
Kesên ku alîgirê AKP'ê ne dewlemend in
 
Li Tirkiyeyê ji ber polîtîkayên îqtîdarê qeyraneke mezin a aboriyê heye. Ji bêhêvîbûn û bêçaretiyê mirov dawî li jiyana xwe tînin. Ji ber ku esnaf piştgiriyê nagirin têk diçin, cotkar têk diçin. Karker bi kedxwariyê re rûbirû dimînin. Dîmenên kesên dewlemend û kesên xizan di medyaya civakî de her roj tên nîşandan. Ev tişt wêneyê rastiyê ye. Ciwan bê kar in, xwendekar dawî li jiyana xwe tînin. Lê kesên alîgirê AKP'ê ne jî dewlemend in. Ji ber ku îqtîdar dirize, gel xizan dibe. Lê îqtîdar henekê xwe ji vê tiştî dike. Welatiyên ku bi xizaniyê re têdikoşe dê çawa pere kom bike. Nikare nanê rojane bistine. Nikare zarokên xwe bişîne dibistanê. Kesên ku pere kom 
 
Ji ber pandemiyê li Tirkiyeyê rîskek mezin heye. Ev tişt tê wateya ku îqtîdar binketiye. Her wiha ev tişt nîşaneya AKP li her derê Tirkiyeyê rîsk e. Em vê tiştî re dibêjin rejîma qeyran û binketî. 
 
Em ji Amedê derketin rê, li Îzmîrê û Egeyê me gel guhdar kir. Li Wanê û Serhedê me xizanî û bêkariyê dît. Li Mêrsîn û Deryaya Spî me hilberîneran guhdar kir. Hefteya borî jî em li Deryaya Reş bûn. Li vir jî me pirsgirêka gel guhdar kir. Li her derê pirsgirek heman tişt bû. 
 
Lê divê kesek bê hêvî nebe û nekeve nava fikaran. Îqtîdar niha di nava tirsa windakirinê de ye. Em ê bi ser kevin. Em ê veguhertin û guhertinê bi hev re bijîn. Em her tim bi hev re bin û bi hev re têbikoşin. Bila rêya me vekiribe.