'Girtina HDP'ê meseleya demokrasî, wekhevî û azadiyê ye'

  • 09:04 30 Adar 2021
  • Ramyarî
ENQERE - Gulîstan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku girtina HDP'ê meseleya demokrasî, wekhevî û azadiyê ye û anî ziman ku welatên Ewropa siyaseta dûrû dimeşînin û tavîzên cidî didin Tirkiyeyê. 
 
Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn, bi daxwaza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  û qedexeya siyasetê ya 5 salan a  ji bo 678 rêveberên partiyan û endamên wan di 17'ê Adarê de Serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) dabû. Li bendê ye ku lêkolîna derbarê girtina HDP'ê di 31'ê Adarê de bi encam bibe. Li gel van hemû pêşketinan welatên Ewropayê jî derbarê girtina HDP'ê de daxuyaniyek dan û gotin, "Em ji rewşê bi fikar û di nava gûmanan de ne."
 
Derbarê doza girtina HDP'ê, nêzîkatiya welatên Ewropa li hember mijarê û têkoşîna hevpar a jinan de parlamentera DHP'ê ya Mûşê û Endama Dîplomasiya Komîsyona Jinê Gulîstan Kiliç Koçyîgît nirxandin kir.
 
‘Ev doz ne hiqûqî ye’
 
Gulîstanê destnîşan kir ku nîqaşên doza girtina partiya wan ne nîqaşeke siyasî ye û di encama van nîqaşan de, beramberê tifaqa AKP û MHP’ê ya di civakê de heliyaye û ev bi aşkera li holê ye. Gulîstanê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hemû anketên heyî nîşan didin ku di hilbijaratineke heyî de desethildarî ji sedî 50+1 nagire. Ji ber vê jî runiştin li ser maseyê plan kirin. Gotin ‘madem em nabin desthilatdar, hebûna HDP’ê ya di siyasetê ji bo me xeter e. Wê demê em HDP’ê tasfiye bikin û muxalefetê parçe bikin. Em hêza mezin a muxalefetê tune bikin’. Li ser vê siyast kirin. Ev jî nîşan dide ku di hilbijartinan de bi ser nakevin û bi navê hiqûqî tasfiye dikin. Ji ber vê jî tu aliyê hiqûqî yê vê dozê tune ye.”
 
‘Ji mînakên dîrokê tu ferqa wê tune ye’
 
Gulîstanê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku îdianameya hatiye amadekirin jî ji tiştên vala hatiye amadekirin û got lêpirsînên hatine vekirin û fezleke jî di îdianameyê de cih girtine. Gulîstanê ev tişt vegot: “Îdianameya hatiye amadekirina operasyona tasfiyekirina HDP’ê ya ji siyasetê ye. Ji ber vê jî mînakên vê di dîrokê de zêde ne û tu ferqa wê ji wan tune ye. AKP ya digot ew li dijî girtina partiyane niha îro ew jî heman tiştî dike.Ev jî bê çaretiya wan bi awayekî aşkera nîşan dide.”
 
‘Gelo li qadên din tiştên baş dibin?’
 
Gulîstanê her wiha daxuyakirin ku doza girtina HDP’ê ne tenê mijara HDP’ê ye û nîşaneya ku li vî welatî demokrasî û destura bingehîgehîn hatiye astengkirinê ye. Gulîstanê wiha berdewam kir: “Ji ber vê jî ev ne mijara siyasetmedarên HDP’ê an jî mijara hilbijêrên kurd e. Bi vê dozê hewl didin ku welat bi giştî bikin tarîtiyê. Hemû destkeftiyên demokratîk bi awayekî şûnde venegere, hewl tê dayîn ku bên xespkirin. HDP tê girtin, gelo li qadên din tiştên baş dibin? Tirkiye bi yek biryarê ji peymana Stenbolê vedikişe. Serokê bankaya navendê jî bi biryarnameyekê ji peywirê tê girtin. Li vî welatî rejîma yek mêrî her diçe bi cih dibe. Li dijî îradeya 84 mîlyon kesî gavên cidî tên kirin. Gelo HDP biçe wê çi bibe? Gelo wê hilbijêrên kurd ji xwe re tiştek nû bibînin? Bêguman wê bibînin. Mînakên vê di paşerojê de pir zêde hene. Kurd wê ji xwe re rê û kanalên nû vebikin.”
 
‘Divê her kes îtîraz bike’
 
Gulîstanê destnîşan kir ku doza girtinê ne tenê li ser kurdan wê bandorê li ser hemû gelên Tirkiyeyê bike û wê zemîna xwe îfadekirinê nemîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her kes di bin xeterê de ye. Divê her kes li dijî vê operasyona siyasî û lîstikê derkeve. Ya ku hewl tê dayîn bê girtin demokrasî û pêşeroja Tirkiyeyê ye. Ya ku tê xwestin bê avakirin jî rejîma yek mêrî ye. Dixwazin li her derê vê rejîmê bi cih bikin. Em bi desthilatdariyeke ku bi yek îmzeyê hemû mafên me desteser dikin re rû bi rû ne. Ev xeter ji bo Hemû Tirkiyeyê mezine. Ji ber vê divê her kes îtîraz bike û ev ne berpirsyariya HDP’ê tenê ye.”
 
‘Tawîz dan Tirkiyeyê’
 
Gulîstanê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Daxuyaniya welatên Ewropa ya wekî ‘bi fikare’ jî daxuyaniyeke dûrû ye. Para YE û Konseya Ewropayê di rewşa niha ya Tirkiyeyê de bi awayekî cidî heye. Ji bo Tirkiyeyê wek welatekî NATO di destê xwe de bigirin tawîzên cidî dan Tirkiyeyê. Îro ger Tirkiye di vê rewşê de be, mixabin para siyasetmedarên Ewropayê di vê de gelek zêde ye.”
 
Gulîtanê balkişand ser piştevaniya jinên Latîn Amerîka û Ewropayê ya der barê peymana Stenbolê de û got: “ Ji bo peyman neyê feshkirin her tim bi me re di têkiliyê de bûn. Ev piştevanî bi nirx bû. Ji ber AKP’ê piştevanî dît pêngavek wisa avêt. Li Tirkiyeyê du lingên berxwedanê heye.Yek berxwedana HDP’ê û ya derdora wê. Ya duyem jî xeta têkoşîna jinan. Niha li hember herdu lingan jî pêngav hene. Ez bang li jnên Tirkiye û cîhanê dikim. Hewcedariya me bi nexşerêyeke ku em dikarin bi hev re bimeşin heye. Divê em di têkoşîna jinan de bên gel hev û tifaqa mêr têk bibin.”
(db