Salîha Aydenîz: Tecrîda li hemberî Ocalan pirsgirêkek siyasî û hiqûqî ye

  • 09:02 30 Adar 2021
  • Ramyarî
 
Sema Çaglak - Safiye Alagaş
 
AMED - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz destnîşan kir ku hevdîtina telefonê ya ku di 25’ê Adarê de pêk hat di esasê xwe de ne hevdîtin e û ji cîdiyetê pir dûre û got: “Tecrîda li ser Birêz Ocalan pirsgirêkek siyasî û bê hiqûqî ye. Dewlet bêhiqûqî nêz dibe. Divê parêzer biçin Îmraliyê û hevdîtinê pêk bînin." 
 
Piştî 11 mehan di 25'ê Adarê de Mehmet Ocalan li Edliyeya Rihayê bi telefonê bi birayê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re axivî. Lê piştî axaftina 4 deqiqeyan axaftina telefonê qut kirin û carek din destûr nedan ku bi telefonê bi axive. Di hevdîtina bi rêya telefonê de Abdullah Ocalan, diyar kiribû ku hevdîtineke bi vî rengî bêhiqûqîtî ye, heger hevdîtin çêbibe divê li Îmraliyê çêbibe û dixwaze hevdîtinê bi parêzerên xwe re çêbike. 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz  têkîldarî mijarê axivî û destnîşan kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan pirsgirêkek siyasî û hiqûqî ye.
 
‘Desthîlatdar ji bo Îmraliyê zagonên taybet bikar tîne’
 
Salîhayê di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser hevdîtina telefonê ya nîvco mayî û diyar kir ku nêzîkatiya dewletê ya li hember Abdullah Ocalan nayê qebûl kirin. Salihayê, wiha axivî: “Birêz Ocalan 23 sal in di nav tecrîdek giran de ye û her çiqas sal derbas dibe ew tecrîd kûrtir dibe. Ango vediguhere tecrîdek mutlak û bêqiqûqî. Nêzîkatiya li hemberê Girava Îmraliyê li cîhanê jî mînaka wê tune. Desthîlatdara AKP-MHP'ê ji bo Îmraliyê zagonên taybet bikar tînin. Nêzîkatiya dewletê ya li hemberê tecrîd û birêz Ocalan, di êsasê xwe de nêzikatiya li hemberê Gelê Kurd e. Her wiha nêzikatiya demokrasiyê û yê şer e. Divê wiha bê pênasekirin. 23 sal in tecrîd bi awayekî giran dimeşe lê bi taybet di sala 2015'an wêde xwe xistiye lûtkeyek jor. Herî dawî bi pêşengtiya Heveroka KCD'ê birêz Leyla Guven 200 rojan greva birçîbûnê hatibû dest pê kirin. Ligel vê li seranserê cîhanê çalakiya grevên birçîbûnê hatibû belav kirin. Bi vî awayî tecrîd qismek hatibû şikandin. Lê piştre dîsa li hemberê Îmraliyê pêvajoyek bê hiqûqî dest pê kirin."
 
‘Fikarên Gelê Kurd zêdetir bûn’
 
Salîhayê destnîşan kir ku hevdîtina telefonê ya ku di 25’ê adarê de pêk hat di esasê xwe de ne hevdîtin û ji cîdîyetê pir dûr bûye. Her wiha Salîhayê bal kişand li ser îdayên ku di 14’ê adarê de derketibûn holê û anî ziman ku fikarên Gelê Kurd zêdetir bûn. Salîhayê axaftina xwe re wiha berdewam kir: “Helwesta dewletê nêzîkatiyek ji rêzê û ji cîdiyetê dûr bû. Di 14'ê adarê de li ser tendurîstî û rewşa birêz Ocalan hin îdea derketibûn holê. Ji wê rojê şûnde ji bo hevdîtin pêk were hewildanek hebû. Ew pêkanîna ku bi telefonê çêbû li dijî hiqûqa Tirkiyeyê bû. Birêz Ocalan ji bo Gelê Kurd û gelên Rojhîlata Navîn kesayeteke taybet e. Lewra pêwîst e ku vê mijarê de hem desthîlatdariya AKP-MHP'ê hem dewleta tirkiyeyê û hem dewletên netew û sazî û rêxisitnên navteweyî ya ku dibêjin em heq û hiqûqê diparêzin baş bizaninibin û bi vî awayî tevbigerin.”
 
‘Êdî sebra Gelê Kurd nema ye’
 
Salîhayê diyar kir ku sekna Gelê Kurd ya li hember tecrîd û êrîşan li qada Newrozê hat xuya kirin û wiha got: “ Êdî sebra Gelê Kurd nema ye. Ev hevdîtin ne hevdîtin bû. Tenê ji bo qûtkirin û tepisandina Gelê Kurd bû. Ji ber ku li qada Newrozê û li gelek deveran li dijî tecrîd û ji bo azadiya birêz Ocalan bertekek mezin hat nîşandan. Li gorî vê desthîlatdar bi hişmendiya xwe xwest wan bertekan qutifîne. Lê bi teqez ev nêzikatî nayê qebûlkirin ji ber ku jiyan, tendurîstî û ewlehiya birêz Ocalan ê jiyan, tenduristî û gelê Rojhîlata Navîn e. Ji bo şikandina tecrîd û azadiya birêz Ocalan ji 27'ê Midarê de grevên birçîbûnê hat destpêkirin. Îro fikr û ramanên birêz Ocalan li ser hemû cîhanê; ji Misirê bigirin heta Afrîkayê,  ji Afrîkayê bigirin heta Rusya, Amerîka û Ewropayê nivîskar û rewşenbîran gotinên birêz Ocalan pêjirandiye. Sekn û vîna birêz Ocalan a ji bo aştî û demokrasiyê nas kirine. Bi vî hişmendî û fêm kirine gel dengê xwe rakirine. Dibêjin divê Birêz Ocalan azad bibe. Ez bi wan hemû pêkanînan bang dikim ku bi lez û bez di hêla hiqûqî de û bi parezêrên xwe re hevdîtinê bike.”
 
Ji bo demokratîkbûnê divê tecrîd ji holê rabe’
 
Salîhayê berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku dewlet hessasiyeta Gelê Kurd ya li hemberê Abdullah Ocalan hesab nake û got: “Heke ji bo Tirkiyeyê demokrasî, wekhêvî û jiyanek bi hev re jiyandin pêwîst be lazime ku Tirkiyê ji polîtîkayên xwe ya tecrîdê re bidawî bîne. Tirkiya bi nêzîkatiya xwe di  wê hevdîtinê de peyama nîjadperestî, peyama polîtikaya tunehesibandin û polîtîkayên berdewamkirina şere ye dide. Lê ev peyam ji bo demokratîkbûna Tirkiyê xetereyek pir mezin e.”
 
‘Tecrîda li ser Abdullah Ocalan pirsgirêkek hiqûqî ye’
 
Salîhayê anî ziman Abdullah Ocalan ji bo pirsgirêkên Tirkiyê û Rojhîlata Navîn gelek pêşniyar û proje pêş xistiye û got: “Tecrîda li ser birêz Ocalan pirsgirêka siyasî û pirsgirêka hiqûqî ye. Dewlet hertim wekî meseleyek bi malbatî lê nêz dibe. Lê ev ne meseleyek malbatî ye. Fikr û ramanên birêz Ocalan îro ne tenê li ser Gelê Kurd di heman demê de li ser hemû gelên Rojhîlata Navîn de bandorek mezin pêk anî ye. Gotinên birêz Ocalan hem ji bo demokrasiya Tirkiyê hem ji bo azadiya gelan hem jî bo demokrasiya Rojhîlata Navîn alternatîfek e. Em dibînin ku di salên dawîn de gotinên Birêz Ocalan ji Rojhîlata Navîn re çawa dibe bibersîv. Dewlet bêhiqûqî nêz dibe. Divê li Îmraliyê di çarçoveya hiqûqê de birêz Ocalan bi parezêrên xwe re hevdîtinê pêk bîne.”