HDP'yî û siyasetmedarên Ewropayî bi onlineyê civîn li dar xistin

  • 10:59 27 Adar 2021
  • Ramyarî
 
ENQERE - Komîsyona Dîplomasiya Jinê ya HDP'ê, AKPM, Partiya Sosyalîstan a Ewropayê, Endama Komisyona Wekheviya Jinê, Parlamentera Partiya Çep a Siwêdê, Cîgiraa Serokê Partiya Sosyalîst a Ewropayê,  bi onlineyê civîn li dar xistin
 
Komîsyona Dîplomasiya Jinê ya HDP'ê, bi siyasetmedarên jin ên Ewropayî bi civîna onlineyê hatin gel hevdu. Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Berdevaka Komîsyona Diplomasiya Jinê ya HDP'ê û Hevberdevka Maseya Rojhilata Navîn Gulistan Kiliç Koçyigit, Hevberdevka Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP'ê Feleknas Ûca, parlamenterên HDP'ê, Seroka AKPM'ê Petra Bayer, Berdevka Jinê ya Partiya Sosyalîst a Ewropayê  Zita Gurmai, endama Komîsyona Wekheviyê ya Jinê û Parlamentera Partiya Çep a Siwêdê Jallow Malcolm, Cîgira Partiya Sosyalîst a Ewropayê Katrine Skov  û Endama Rêveberiya Herêmî ya Partiya Sosyalîst Sanchia Alasia  beşdar bûn. Endamên Komeleya Jinê ya Rosayê û aktivîstên TJA'yê jî beşdarî civînê bûn. 
 
'Tevgera hevpar ji ya her demê girîngtir e'
 
Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran, da zanîn ku ew vekişandina ji Peymana Stenbolê ya Tirkiyeyê ji polîtikayên dijminatiya jinê yên din cuda nahesibînin û got:"Tevgera hevpar ji ya her demê girîngtir e. Heger em helwesteke zelal û jixwebawer nîşan bidin em dikarin gavê baş de bidin avêtin."
 
Endama Komeleya Jinê ya Rosayê Adalet kaya da zanîn ku di 5 salên dawî de tundiya li ser jinê zêde bûye û got Peymana Stenbolê di warê nîşankirina peywira dewletê de girîng e. Parlamentera HDP'ê ya Enqereyê Fîlîz Kerestecioglu da zanîn ew wekî jin ji Peymana Stenbolê venekişiyane tenê Erdogan vekişiyaye. 
 
'Em bi jinên Tirkiyeyê re di nava piştevaniyê de ne'
 
Berdevka Jinê ya Partiya Sosyalîst a Ewropayê  Zita Gurmai jî wiha got:"Em bi jinên Tirkiyeyê re di nava piştevaniyê de ne. Vekişandina ji Peymana Stenbolê ji bo hemû jinên cîhanê cihê fikarê ye." 
 
Jinan di civînê de peyaman berdewamiya têkoşîna hevpar dan.