Jinên bertek nîşanî doza girtina HDP’ê dan: Hûn ê edaletê li ku pêk bînin?

  • 09:05 27 Adar 2021
  • Ramyarî
 
Dilan Babat
 
ENQERE - Jinan bertek nîşanê doza girtina HDP’ê dan û pirsîn: “Gelo hûnê edeletê li ku pêk bînin? Bi girtina partiyan? Bi bêdengkirina mirovan?”
 
Serdozgerê Komarê ya Dadgegeriyê Bekîr Şahîn di 17’ê Adarê de bi daxwaza doza girtina HDP’ê serî li Dadgeha Destura Bingehîn da. Ligel welatên Ewropa li her çar alî Tirkiyeyê jî bertek li dijî vê biryarê didomin. Di çarçoveya kampanyaya HDP’ê ya ‘ji bo her kesî edelet’, jinên tevlî hevdîtina ‘maf, edelet û wijdan’ bûn bertek nîşanê doza girtina HDP’ê dan.
 
‘Xespkirina îradeya gel sûc e’
 
Cigira Serokatiya Giştî ya Partiya Azadiyê (PÎA) Menîce Gulmez: Di îdianameya hatiye amadekirin de ji bo 687 kesî qedexeya siyasî tê xwestin. Navê min jî di îdianameyê de derbas dibe. Ez ne endama HDP’ê me. Îdianame li hember îradeya Gelê Kurde. Dixwazin kurdan ji hilbijartinê dûr bixînin û mirovan neçarî xwe bikin. Partiyên siyasî, li ser pîvana demokrasiyê tên vekirin. Li welatên demokratîk girtina partiyên siyasî ne mijara gotinê ne. Li welatên demokratîk îpotekirina îradeya gel sûc e. Girtina partiyeke ku 6 mîlyon deng digire, darbeyek mezin a li demokrasiyê ye. Ji bo 687 kesî qedexeya siyastî tê xwestin. Ev ji bo Gelê Kurd tu wateyê îfade nake. Gelê Kurd bi salane ji vê re şahidiyê dike. Li hember rejîma yek kesî îradeya gel heye. Li hember 30 mîlyon hilbijêrên kurd rejîma yek mêrî wê nikaribe li ser piyan bisekine.
 
‘HDP îradeya mîlyonan kesiye’
 
Namzeta parlamenteriyê ya Stenbolê a dema 27’emîn a HDP’ê Durdane Bulgan: Îradeya 6 mîlyonî ya HDP’ê heye. HDP ne partiyeke ku di encama polîtîkayên yek mêrî de bê girtinê ye. Bi mîlyonan kes di bin sîwana HDP’ê de tên gel hev û demorkasiyê diparêze. Ji ber vê jî nikare bê girtin. Partiyek wisayî hema wisa wek dukanekê nikare bê girtin. HDP îradeya mîlyonane. Tevî hemû zextan Gelê Kurd bi salane têdikoşe û serî natewîne. Bê girtin jî em naçin tu cihekî. Em ê heta dawî têkoşîna xwe bidin.
 
'Bi wan polîtîkayan tu carî bi ser nakevin'
 
Aktîvîsta Komeleya Alimên Oldar (DIAYDER) Nurten Ertugrul: Wateya demokrasiyê lêgerîna maf û zanista maf e. Xweda edeletê emir dike. Ji ber vê jî di girtina HDP’ê de tu edet tune. Girtina HDP’ê ne çareseriye. Fikrek şaşbe jî dikare bê îqnakirin. Li gorî we şaş e, li gorî me yên hember şaşe. Divê bê nîqaşkirin. Li welatên demokratîk wisa ye. Yanî li welatekî hemû kes wek yek tîp dîtin şaşe, pirsgirêkek mezine. Hemû pirsgirêk ji vir dertê holê. Ev polîtîka tu car biser nakevin. Pêknehatine pergala demokratîk di esasê de pirsgirêka bekayê ye. Divê êdî Tirkiye ji vê derkeve. Ger hûn xwe musliman bibînin divê hûn adîlane tevbigerin.