Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay: Çima li Îmraliyê hevdîtin qedexe ye?

  • 13:41 26 Adar 2021
  • Ramyarî
 
ENQERE - Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay derbarê pêşketinên di rojevê de civîna çapemeniyê li dar xist û bal kişand ser hevdîtna telefonê ya ku duh bi Îmraliyê re hat kirin. Ebrû got, "Li gel ku mafekî qanûnî ye hûn çima hevdîtina malbatan a bi Îmraliyê re qedexe dikin? Mafê parastinê yê bingehîn hevdîtina muwekîl a bi parêzer re ye. Hûn çima vê hevdîtinê li Îmraliyê qedexe dikin?"
 
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û mijarên di rojevê de nirxandin. Ebrû, bal kişand ser tecrîd û fikarên derbarê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de û destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê nebaşiya herî mezin a li welat e. Ebrû, bi bîr xist ku bi milyonan mirov ji bo rakirina tecrîdê çalakiyan dikin û wiha axivî: “120 roj in girtiyên siyasî yên li welêt di greva birçîbûnê de ne û ji bo pêşeroja demokratîk a vî welatî dixwazin tecrîd bi dawî bibe. Qadên Newrozê ku bi coşeke mezin xwedî li berxwedana 120 rojî ya li zindanan derketine, bûn dengê girtiyan û xwedî li daxwazên wan derketin."
 
'Hêrsa li dijî tecrîdê zêde bû'
 
Ebrû, diyar kir ku Newroza 2021'ê di heman demê de hêrsa li dijî tecrîdê nîşan da û wiha dewam kir: "Gelê Kurd tecrîdê weke êrişek li dijî nasnameya xwe pênase dike. Doh jî nîşan da ku ew vê yekê qebûl nake, îro jî qebûl nake, sibe jî wê qebûl neke. Li qadên Newrozê bi milyonan mirovî destnîşan kirin ku tecrîd paşeroja wan tarî dike, pêşî li aştiyê digire. Gelo desthilatdariya ku ev daxwaz bi şênberî dît, çi dike?"
 
'Li Îmraliyê çi diqewime'
 
Ebrû di dirêjiya axaftina xwe de got, "Li şûna ku îqtîdar guh bide daxwazan û rêya aştî û diyalogê li welêt veke, tecrîdê giran dike û gavên welê diavêje ku aloziyê zêdetir dikin. Li şûna çareserkirina fikaran, her gavên ku têkildarî giravê diavêjin fikaran zêdetir dike. Hîn doh birêz Ocalan bi telefonê bi malbata xwe re axivî, lê axaftina wî di nîvî de hate birîn. Abdullah Ocalan û Hamîlî Yildirim ên li Girava Îmrlaiyê bi rêya telefonê bi malbatên xwe re axivîn. Lê belê Birêz Ocalan dema ku bi birayê xwe Mehmet Ocalan re diaxivî, telefon ji nişka ve hate birîn. Tevî hemû daxwazan careke din lê negeriyan. Hamîlî Yildirim ji bo demeke kurt karîbû biaxive. Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş jî ji bo şermezarkirina tecrîdê, red kirin ku bi telefonê biaxivin.
 
Em ji vê derê ji hikumetê, ji Wezîrê Edaletê û ji rayedaran dipirsin; Li Îmraliyê çi diqewime? Tevî ku mafekî qanûnî ye, çima hûn hevdîtina malbatê ya li Îmraliyê asteng dikin? Hevdîtina parêzer-muwekîlan hîmê bingehîn ê mafê parastinê ye. Hûn çima hevdîtinên wekîl-muwekîl li Girava Îmraliyê asteng dikin? Gelo ne hûn bûn ku we got astengî li pêşiya hevdîtina bi parêzeran re nîne. Axaftina bi telefonê fikar ji holê ranekir, berevajî zêde kir.
 
Yekane tişta ku dawî li fikarên têkildarî ewlekarî û tenduristiya Birêz Ocalan bîne, hevdîtina rû bi rû ya malbatê û parêzeran a bi Birêz Ocalan re ye."
 
'Bi milyonan kesî ji Oclalan re azadî xwest'
 
Ebrû Gunay, xwest ku tecrîda li Girava Îmraliyê tavilê bi dawî bibe û ev peyam da: "Dest ji desteserkirina mafê agahîwergirtina li Îmraliyê berdin. Li gorî hiqûqê û berpirsyariyê tevbigerin. Me hemûyan dît. Li qada Newrozê bi milyonan mirovî daxwaza azadiya Ocalan kirin. Di vê ev daxwaz li ber çavan bê girtin.”