Wezîr bertekên jinan ji nedîtî ve hat û fesikhkirina peymanê parast

  • 13:39 24 Adar 2021
  • Ramyarî
ENQERE - Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Zehra Zumrut Selçuk, li hember bertekên li dijî fesihkirina Peymana Stenboê got, "Metnekî ku civakê ji hev vediqetîne ye" û bertekên jinan ji nedîtî ve hat. 
 
Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Zehra Zumrut Selçuk, derbarê fesihkiirna Peymana Stenbolê de daxuyanî da û got, "Aliyek vî metnê peymanê wekî amûrê herî girîng ê têkoşînê dibîne û aliyekî jî dibêje ku wê bibe sedema jihevxistina civakê û ji ber vê jî bûye sedema dualîbûna civakê."