‘Hêza desthilatdariyê wê têrî girtina HDP’ê neke’

  • 09:11 14 Adar 2021
  • Ramyarî
Melîke Aydin 
 
ÎZMÎR - Serpîl Kemalbay, diyar kir ku ji 7’ê hezîrana 2015’an heta niha li hemberî HDP’ê polîtîkayên zext û şîdetê yên desthilatdariyê berdewam kirine û got: "Armanca deshtilatdariyê ya esas ev e ku îradeya kurd ji holê rabe û li şûna wê bloga desthilatdariyeke ku jiberên xwe datîne holê ava bikin." 
 
Piştî ku hevkarê AKP’ê, serokê giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî derbarê girtina HDP’ê de bang kir şûnde, derbarê gelek parlamenterên HDP’ê de fezleke hat amadekirin. Derbarê rojevîkirina girtina HDP’ê de parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay nirxandin kir.
 
Serpîlê daxuyakirin ku ji 7’ê hezîrana 2015’an heta niha ku HDP’ê bend derbas kiribû, polîtîkayên zext û şîdetê yên desthilatdariyê berdewam kirine û hedefa deshtilatdariyê ya esas eve ku îradeya kurd ji holê rabe û li şûna wê bloga desthilatdariyeke ku jiberên xwe datîne holê ava bikin. Serpîlê wiha got: “Aliyê berfireh yên civakê îtîrazê vê pirsgirêkê dikin. Rastiyeke gel ya hewcedarê nanê hişk bûye heye. Gel dixwaze ji vê rêveberiyê xilas bibe, em vê jî ji dengê AKP’ê dibînin. Bi aliyê din jî bi qeyûman îradeya gel xesp dikin.”
 
Serpîlê anî ziman ku desthilatdarî êdî di berdewamkirina xwe de pirsgirêkan dijî û di civakê de globalbûnê diafirîne, ji ber vê jî HDP’ê hedef digire. Serpîlê wiha dirêjî da axaftina xwe: “HDP jî ji bo hewldana bloka desthilatdariyê tê bibe, rola sereke girtiye ser xwe. Desthilatdarî dibêje qey dengên HDP’ê manupule bike wê xwe berdewam bike. Garê jî nîşan da ku muxalefet wisa çavgirtî li pey desthilatdariyê naçe û ev nîşan dide ku desthilatdarî nikare vê lîstikê wisa hêsan ava bike. Li parlamentoyê, HDP ne tê de, bi tevlîbûna hemû partiyên parlamentoyê metneke şermezarkirinê derxistibana lê CHP û Îyî Partî nêz nebûn. Armanca wan ev ku HDP’ê ji Garê berpirs bibînin û ser HDP’ê de biçin. Lê ne HDP, ya tenê ma bloka faşîst bû.”
 
Di navbera gel û HDP’ê de nikarin nakokiyan biafirînin
 
Serpîl, destnîşan kir ku 6 mîlyon zêdetir dengê HDP’ê hene û ev jî tekabulê rastiya gelekî 20 mîlyonî dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji ber dizanin ku daxwaz û pêşniyarê çareseriyê nikarin bên tunekirin jî hewl didin HDP’ê bigirin. Hewl didin navbera gel û HDP’ê de nakokiyan ava bikin. Lê bi ser neketin. Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û parlamenterên me yên din girtin. Ji darbeya 4’ê mijdarê heta niha tiştek neguherî. HDP dîsa li parlamentoyê ye. HDP’ê got ku qeyûm tayîn bikin jî em dîsa tên hilbijartin. Gel dîsa hilbijart. Lê şerm nekirin dîsa qeyûm tayînkirin. Di rewşa HDP bê girtin de wê partiya nû bê avakirin. Polîtîkayên şer û pevçûnê pirsgirêkê çareser nake. 27 sal berê jî êrîşê îradeya gel kirin lê gelê Kurd dest ji îradeya xwe bernede. Niha pirsirêka kurd ji aliyê hemû cîhanê ve tê zanîn û hatiye nokteya ku divê bê çareserkirinê.”
 
‘Fezleke parçeyeke siyaseta qirêje’
 
Serpîlê balkişand ser fezlekeyên hatine amadekirin û ev tişt bi lêv kir: “Bi van fezlekeyan hewl didin HDP’iyan sûcdar bibînin, bi agahiyên şaş û derew rayagiştî bi teşe bikin. Ev siyasetek qirêj e. Şovenîzm û nîjadperestî gûrkirin, ji vê nan xwarin û hîna jî dixwin. Gelek pirsnîşan hebin jî muxalefet van pêngavên desthilatdariyê dizane.”
 
Serpîlê her wiha daxuyakirin ku muxalefet bû şopdarê rotaya ku desthilatdariyê xêz kiriye û got: “Dema tezkereyên şer hatin meclisê wê muxalefetê tevî ku her tişt dizanibû jî erê kir. Me her tim got ku pevçûn û dagirkirin tenê temenê AKP’ê dirêj dike. Yanî ger dijminahî tunebe, xwîn tunebe nikarin li ser piyan bisekinin. Li Garê 13 kesî jiyana xwe ji dest da, ev sûcê kê ye? Yanî kes bi tiştekî wisa bawer nake. Yanî ev ji komkujiya Roboskê cudatir nîne. Ji bo serkeftinên wisa erzan bidest bixin jiyana mirovan tune tê hesibandin.”
 
Nikarin HDP’ê bigirin
 
Serpîl, destnîşan kir ku gel li dijî desthilatdariyê bi hêrs e û di axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “HDP hewcedariyeke. HDP bê girtin jî di hişê gel de HDP heye. Gel dibêje wê bi HDP yek din riya xwe bidomînin. Ew nikarin HDP’ê bigirin. Hewl didin ku wê êdî HDP tunebe. Lê em çi kêfxweşin ku gelê me bi nûçeyên çapemeniya hewzê tu car bawer nake. Bernameyên çapemeniya alîgir nikarin HDP’ê bi gel bidin jibîririn. HDP’ê nîşanê gel daye ku tahayula Tirkiyeyê ye.”
 
Biryara DMME’ê desthilatdariyê teşhîr dike
 
Serpîlê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku wan ji dema hevserokatiya giştî ya Selahattîn Demîrtaş heta niha li dijî rejîma yek mêrî ku AKP hewl dide ava bike, berxwed ane û got: “Biryara ku Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê girtiye jî li holê ye. Ev biryar desthilatdariya heyî teşhîr dike ji xwe. HDP di meşandina edelet û demokrasiyê de rola sereke dilîze. Divê bi HDP’ê re xebat hebe. HDP xwedî li karker, kedkar û xwezayê xwedî derdikeve. Berjewendiya wan difikire. Li gorî min vê baş dibînin.”