Fatma Kurtulan: Kes natirse, naçewise, xwe nade alî

  • 09:06 8 Adar 2021
  • Ramyarî
Habîbe Eren
 
ENQERE - Yek ji kesên der barê wê de fezleke hatiye amadekirin, Fatma Kurtulan ya HDP’î ye. Fatma da zanîn ku daraz di rewşeke ku gunehê mirovan pê tê de ye û wiha got: “Me gelek caran dît ku ev rêbaz vala derketine. Em nizanin wê çawa be, lê em di vir de zelal in: Ev rêbaz ne rêbaze.”
 
Di hefteyên borî de ji bo destnedayîn rabe 33 fezleke pêşkêşî meclîsê hat kirin. 28 heb fezleke derbarê 20 parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de hat amadekirin. Di nav de hevseroka giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, parlamenter Garo Paylan, Sezaî Temellî, Serpîl Kemalbay, Meral Daniş Beştaş, Saruhan Oluç, Pero Dundar, Huda Kaya û Fatma Kurtulan hebû. Di çarçoveya lêpirsîna Kobanê de fezleke hatina madekirin. 9 fezleke jî pêşkêşî Komîsyoan Tevlihev hat kirin.
 
Li aliyê din jî bi armanca rakirina destnedayînan 10 fezlekeyên din jî hatin meclîsê. 6 fezleke aîdê parlamenterên HDP’ê bûn. Derbarê parlamentera Mersînê ya HDP’ê Fatma Kurtulan de ji 2018’an heta niha ji bo rakirina destnedanê 8 fezleke hat amadekirin. Di fezlekeya derbarê Fatmayê de hat amadekirin de, axaftina di medyaya civakî ya li dijî tayînkirina qeyûmên ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya di 5’ê îlona 2019’an de hatiye kirin, de cih girt. Fatma derbarê mijarê de ji ajansa me re axivî. 
 
‘Li gorî xwe fezlekeyan amade dikin’
 
Fatma fezlekeyên hatine amadekirin nirxand û got demek dirêje hemû bername û çalakî sûc tên dîtin û di vê çarçoveyê de îdianame tên amadekirin û got: “Ji ber min û hevalên xwe qeyûm, polîtîkayên AKP’ê rexne kiriye, sûc hatiye dîtin û fezlekeyan de cih digire. Di axaftina min ya ku bûye mijara sûc de min gotiye ku em ê têkoşîna xwe bilind bikin. Ji paşerojê heta îro mijara fezlekeyan wisa ye. Li gorî xwe tiştan li hev dikin û fezlekeyan amade dikin.”
 
‘Rewşa darazê nebaşe’
 
Fatmayê bi lêv kir ku hemû fezleke absurtin û wiha axivî: “Ji ber me daxuyaniya ku hevserokê giştî kiriye, guhdar kiriye sûc tê dîtin. Min li fezlekeya Kobanê mêze kir; ew jî heman awayî girtine dest. Yanî tiştekî berbiçav tune. Ji ber sedemên bela vela fezleke tên amadekirin. Bi rastî jî rewşa darazê gelek xerabe. Êdî îtîbara darazê nemaye. Mixabin daraz anîne rewşeke wisa.”
 
‘Wê têkoşîn bidome’
 
Fatmayê di berdewamiyê de daxuyakirin ku pêla êrîşê ne nûye û ji paşerojê heta îro êrîşan berdewam kiriye û got: “Mixabin ji paşerojê heta îro êrîşeke heye. Gelo wê fezlekeyan biguherin pêleke nû ya êrîşê, wê hikûmet biryara vê bide. Ev rêbaz her tim hatiye ceribandin. Wê têkoşîn neqede û neqediyayê jî. Heta Tirkiyeyek demokratîk neyê afirandin wê ev pisgirêk jî neyê çareserkirin. Em di vê têkoşînê de hebin jî tunebin jî wê têkoşîn bidome.”
 
‘Kes natirse, naçewise, xwe nade alî’
 
Fatmayê balkişand ser nîqaşên rakirina destnedanan û got wê ji vê pêla êrîşê jî encamek dernekeve û ev tişt vegot: “Di 1994’an de jî heman pêvajo hat meşandin. Hevalên me yên DEP’î 10 salan girtîm an. Dema derketin jî têkoşîna xwe berdewam kirin. Kes natirse, naçewise û xwe nade alî. Yekane çareserî diyalog, muzakere û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd e.”