Pêşniyara qanûnê ya ji bo betlaneya 8'ê Adarê hat pêşkêşkirin

  • 14:16 6 Adar 2021
  • Ramyarî
ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran, ji bo 8'ê Adarê bibe betlaneya fermî pêşniyara qanûnê pêşkeşî meclîsê kir. 
 
Berdevka Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, ji bo jinên bi tundiyên jiyanê bi salane rû bi rû tên hiştin û ji bo rêzgirtina têkoşîna bi salan a jinê ji bo 8'ê Adarê bibe betlaneya fermî pêşniyara qanûnê pêşkeşî meclîsê kir. 
 
Di hinceta pêşniyara qanûnê de hat diyarkirin ku jin herî zêde bi newekheviya zayendî ya civakî rû bi rû dimînin û hat gotin têkoşîna jinê ya bi salan bi 8'ê Adarê re bûye mîna sembolekê. Her wiha di hinceta pêşniyara qanûnê de hat gotin ji bo jinên bi tundiyên jiyanê bi salane rû bi rû tên hiştin û ji bo rêzgirtina têkoşîna bi salan a jinê bila 8'ê Adarê bibe betlaneya fermî. Ger ev yek pêk bê dê bibe sedema destkeftiyên mezin.