Ebru Gunay: Îradeya Ocalan bibînin, dengê girtiyan bibihîzin

  • 13:08 1 Adar 2021
  • Ramyarî
 
ENQERE - Berdevka HDP'ê Ebru Gunay derbarê çaçakiyên ku wê ji bo 8'ê Adarê di çarçoveya kampanya "Ji her kesî re adalet" li dar bixin de daxuyanî da. 
 
 Berdevka HDP'ê Ebru Gunay derbarê çalakiyên ku wê ji bo 8'ê Adarê di çarçoveya kampanya "Ji her kesî re adalet" li dar bixin de daxuyanî da. Ebruyê derbarê salvegera Mutabakata Domabahçeyê de jî got , "Îradeya çareseriyê ya Ocalan bibînin, dengê girtiyan bibihîzin."
 
Kampanya "Ji bo her kesî edalet"  dê tevahiya adarê bidome
 
Ebrû diyar kir ku wan çalakiyên kampanya "Ji bo her kesî Adalet" yên Sibatê li dû xwe hiştine û kampanya wan dê di Adarê de jî di çarçoveya pîrozbahiyên 8'ê Adarê de bidome. 
 
'Mutabakat rêya aştiyê ye'
 
Ebrûyê bal kişand ser Mutabakata dolmabahçeyê jî û di axaftina xwe ya bi kurdî de wiha got, " Endamên rêzdar ên çapemeniyê, wek hûn dizanin şeş sal berî niha dema ‘Pêvajoya Çareseriyê’ berdewam dikir li Dolmabahçe mutabaqatek ji 10 xalan pêkhatî bi raya giştî re hat parvekirin. Ev mutabaqat di navbera birêz Ocalan û rayedarên dewletê de bi awayekî hevpar derketibû holê. Li gor me, ev mutabaqat, ji bo pirsgirêka Gelê Kurd bi rê û rêbazên demokratîk bê çareserkirin û makeqanûnek demokratîk pêk were wek fersendeke dîrokî bû.  Em îro jî bi vî çavî lê dinêrin. 
 
Ev firsend qurbanî desthilatdariyê kirin
 
Lê mixabin Erdoğan derket û got ‘Mutabaqata çi? Mutabaqateke wisa tune ye’. Piştî wê rojê li hemû qadên jiyanê li pêşber hêzên demokratîk şerek û zordariyeke mezin hat meşandin û heta îro jî ew şer û zordarî didome. Bi wê daxuyaniya Erdoğan re, fersendeke dîrokî kirin qurbana desthilatdariya xwe! Li ser birêz Ocalan tecrîd û îzolasyoneke dijwar heta vê rojê jî didome û ev tecrîd îro li seranserê vî welatî belav bûye. Van rojan dîsa berdevk û wezîrên dewletê dixwazin partiya me di ser Pêvajoya Çareseriyê re reş bikin. Dixwazin rol û erka me ya wê rojê wek sucekî derxin pêşiya me. 
 
Em xeta aştiyê û demokrasiye ne
 
Em li vir bang li hemû raya giştî dikin! Em doh çi bûn em îro jî ew in! HDP xeta aştî û demokrasiyê ye! Wan rojan jî me barê aştî û wekheviyê dabû ser milê xwe, îro dîsa ew bar bikeve ser milê me, em îro jî amade ne. Lewra em xeta demokrasî, aştî û azadiyê ne. 
 
Dixwazin li ser pêvajoya çareseriyê me terorîze bikin, me sûcdar bikin. Em wek wan li ser xwînê, kuştinê û şer xwe ava nakin. Em xwe li ser aşitî û azadiyê ava dikin. Ew kesên ku li ser çapemeniyê derbarê wê pêvajoyê de diaxivin, bila bizîvirin li gotinên xwe yên wan rojan binêrin. Di wan rojan de piştî dehan salan li nav gelan hêviyeke mezin ava bûbû, cenazeyên ciwanan nediketin erdê û agir bi tu malan nediket.  Ev kesên ku îro wê pêvajoyê kirêt dikin şêrxwaz in û dixwazin li ser xwîn û malxerabiyê desthilatdariya xwe berdewam bikin. Lê em wekî HDP wekî xeta  azadî, aramî û wekhevî bê vî welatî em ê têbikoşin. Em ê bi gelê xwe re heya dawî vê têkoşînê bidomîn in. Em ê bi gelên xwe û rêhevalên xwe re vê xeta xwe biparêzin û berdêl çi be bila bibe em paşve gavek jî naavêjin."