Ayşe Acar Başaran: Ligel polîtîkayên tepisandinê em ê li qadan bin

  • 14:00 25 Sibat 2021
  • Ramyarî
 
ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran civîna çapemeniyê li dar xist û bal kişand ser 8'ê Adarê û got: "Li gel hemû polîtîkayên tepisandinê jî em ê bi tevgerên jinan re ji bo serhildan û azadiya xwe bi şîara ‘Bi berxwedanê jin dimeşinin berbi azadiyê ve’ li hemû qadên Tirkiyeyê bin."
 
Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, li navenda giştî ya partiya xwe bi mijara rojeva jinan û êrişên ku li dijî jinên endamên partiya wan pêk tên, civîneke çapameniyê li dar xist. Parlamenterên jin jî bi Ayşeyê re tevlî civînê bûn. 
 
Ayşe bal kişand ser êrişên li dijî partiya xwe û wiha got: “Pirsên têkildarî êrişa Garê hê jî bêbersiv in. Bersivên ku pirsên di serê civaka Tirkiyeyê de derbas bikin nehatin dayîn. Kesên divê hesab bidin şaşî û têkçûnên xwe li muxalefetê û partiya me bar kirin û êrişî jinan kirin. Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû derbarê hevseroka me ya giştî û parlamentera me Dîlan Dîrayet Taşdemîr kampanya lînçkirinê da destpêkirin. Lê hê jî ne zelal e ku li Garê çê çêbûye. Çima Soylû 4 rojan sekinî. Em bi desthilate ku bi êrişên ser jinan xwe serkeftî dihesibîne re rû bi rû ne. Bi vê têkoşîna jinan hedef tê girtin.”
 
'Lêgerîna tazî li hevalên me ferz dikin'
 
Ayşe, destnîşan kir ku wê jinên li dijî êrişên li ser xwe paşde gav navêjin û bi van gotinan bertek nîşanî daxuyaniyên Serokwekîla AKP’ê Ozlem Zengîn ên têkildarî jinan da: “Ozlem Zengîn jinên ku îşkenceya zayendî li wan hatiye kirin hedef girt. Her çiqas neyê qebûlkirin jî di girtekên meclisê de lêgerîna tazî hatiye tespîtkirin. Lêgerîna tazî li hevşaredara me ya Colemêrgê Dîlek Hatîpoglû hat ferzkirin û ji ber li dijî vê derket hat derpkirin. Dîsa 13 hevalên me li Aydinê bi polîtîkayên dijminane hatin binçavkirin. Sûcê wan têkoşîna jinan û îttîraza desthilatê ye. Lêgerîna tazî li van hevalên me jî hat ferzkirin.”
 
'Me kesên wekî Soylû pir dîtine'
  
Ayşe têkildarî 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de jî axivî û ev tişt gotin: “Li gel hemû polîtîkayên tepisandin jî em ê bi tevgerên jinan re ji bo serhildan û azadiya xwe bi şîara ‘Bi berxwedanê jin dimeşinin azadîyê’ li hemû qadên Tirkiyeyê bin. Ew ê êriş me têk nebin. Em bangî Wezîrê Karên Hundir ku bûye wezîrê şer û zilamtiyê Soylû dikin; me kesên mîna te pir dîtine. Wan bi ser nexist tu yê jî bi ser nexî.”
 
'Di fezlekeyan de sûc tunene'
 
Piştî daxuyaniyê Başaran pirsên rojnamegeran jî bersivand û pirsa têkildarî helwesta ÎYÎ Partiyê ya ji bo fezlekeyan ev bersiv da: “Fezleke bi serê xwe pirsgirêk e. Hewl tê dayîn li dijî HDP’ê operasyonek bê kirin. Divê hemû partî rastiyê bibînin. Di fezlekeyan de sûc tunene. Raya giştî dizane ku ne parlamenterên me çûne Garê ne jî em ji mirina kesên ku di çalakiyên Kobanê de jiyana xwe ji dest dane berpirsyar in. Desthilat ji bo ser têkçûna xwe ya Garê veşêre me hedef nîşan dide. Divê li dijî vê sekneke xurt bê nîşandan.”