Feleknas Uca: Armanc amadekariya fermaneke nû ye

  • 09:03 11 Sibat 2021
  • Ramyarî
Sema Çaglak
 
AMED - Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Uca, diyar kir ku hikûmetên Bexda, Hewlêr û Enqerê armanc dikin ku fermanek din pêk bînin û got: "Yên ku Şengalê tenê û bêparastin hiştibûn carek din dixwazin li ser Şengalê fermanek nû pêk bînin. Ji ber vê jî em dizanin ku ev hevdîtin ne tesadûfî ne. Ji bo komkujiya civaka êzidî ye."
 
Polîtîkayên hevpar ên Herêma Federal a Kurdistanê, Tirkiye û Iraqê ji bo welatiyên li herêmê dijîn mijarên sereke ne. Herî dawiyê jî serdana Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar û Serfermandar Yaşar Guler a li Bexda û Hewlêrê jî di nava gel de bû fikarek mezin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) amborgo didome, beyî Şengaliyan derbarê wan de hevpeymanek hat îmzekirin, Qadên Parastina Medyayê her roj bi êrişan re rûbirû dimîne û qeyrana aboriyê her roja ku derbas dibe kûrtir dibe. Siyaseta ku li herêmê tê meşandin rê li ber aloziyan vedike. Têkîldarî mijarê parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlîhê Feleknas Uca ji ajansa me re axivî.
 
‘Êzidî li dijî peymanê daketin qadan' 
 
Feleknas di destpêka axaftina xwe de ser Hevpeymana Şengalê rawestiya û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ev peymana ku di esasê xwe de ji destê dewleta tirk û Amerîkayê ve pêk hat. Li dijî vê biryarê berxwedana Şengalê ev 2 meh zêdetirî berdewam dike girîng e. Xelkê Şengalê li hemberê vê peymanê daketin qadan û derdora asayîşa xwe kom bûn û bersîvek dan vê peymanê. Piştî peymanê niha rêbazên cuda dixin meriyetê û hewl didin ku êriş bikin. Dewleta Tirk her tim Şengal hedef nîşan da û ev tişt ne tiştek nû ye." 
 
‘Dixwazin fermanek din pêk bînin' 
 
Feleknas anî ziman ku Şengal navendekê stratejik e û wiha axivî: “Ne tenê ji bo civaka êzidiyan, her wiha wek şaristaniyek ji bo mirovahiyê gelek netew û baweriyên cuda li ser vê xakê jiyan dikin. Lê belê ev jiyana hevpar hedef hatiye girtin û dixwazin ev jiyanê ji hev belav bikin. Bi vî awayî ji Rojava û Şengalê de qûtbûnek tê armanc kirin. Yên ku Şengalê tenê û bêparastin hiştibûn carek din dixwazin li ser Şengalê fermanek nû pêk bînin. Ji ber vê jî em dizanin ku ev hevdîtin ne tesadûfî ne. Ji bo komkujiya civaka êzidî ye. Bêguman em vê biryare napêjirînin û nerazîbûnên xwe yên li dijî vê dê nîşan bidin.”
 
'Armanc ferzkirina koçberiyê ye' 
 
Feleknas bilêv kir ku vîna civaka êzidî tune tê hesibandin û got: “Derbarê êzidiyan de biryaran digirin û lê wan nayên pirsîn û beyî wan nîqaş tê birêvebirin. Tenê armancek heye. Ev jî ferzkirina koçberiya êzidiyan e. Çawa ku ev peyman nehat pêkanîn, Wezîrê Parastinê Hulusî Akar berê xwe da Bexdayê û piştre derbasê Hewlerê bûn ku li ser Şengalê planan pêş bixin. Helbet divê nêzîkatiya PDK’ê ya li hemberê wan planan paş guh de neyê hiştin. Lê belê divê em bipirsin; çend caran hikûmeta başûrê Kurdîstanê çûye Şengalê û çend caran bî rêveberên Şengalê re hevdîtîn pêk anîn e ku dixwazin li ser civaka êzidiyan biryare bidin. Ew kesên ku hê nîkare biçe cîvaka êzidî re hevdîtinan pêk bîne nikare derbarê êzidiyan de biryaran jî bigire." 
 
‘Dixwazin nexşa Rojhîlata Navîn ji nûve xêz bikin’
 
Feleknas berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku Lozanekê duyemîn li ser Şengalê tê armanc kirin û wiha pêdê çû: “Tê xwestin peymana Lozanê di sala 2023’yan de carek din bê dubarekirin. Çawa ku di sala 1923’yan de bi peymana Lozanê re Kurdistanê xistin 4 parçe. Dîsa di sedsaliya Lozanê de dixwazin nexşa Rojhîlata Navîn ji nûve xêz bikin. Dewleta Tirk ku her tim planên 2023’yan dike bi vî awayî dagirkeriya xwe re berdewam dike û dixwaze sînorên xwe berfirehtir bike. Lozanakê dûyemîn li ser Şengalê tê kirin. Bi vê yekê ne tenê Şengal, Rojava û başûrê Kurdîstanê tevahî tê de cih digire. Dixwazin xeta Musilê xetekê wiha çekin. Ew jî xetereyek mezin e. Ji ber ku bi konseptek cuda yê li ser wê gelê dijîn dixwazin pêk bînin.”
 
‘Bi têkoşînê em ê van lîstikan vala derxîn’
 
Feleknas, da zanîn ku li tevahiya Rojhilata Navîn êriş û pevçûnek heye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li tevahiya Rojhîlata Navîn êrişek heye. Li hemberê îradeya gelên Rojhîlata Navîn plan û lîstik tên pêşxistin. Lê li dijî van roj bi roj têkoşîn û berxwedana gelan jî li dijî van plan û êrîşan zêdetir dibe. Ev jî tiştekî girîng e. Ji ber ku ev rêxistina gel û jinan dê bibe çareseriyek ji bo pêreroja Rojhîlata Navîn. Lewra pêwîst e ku em bi hev re ji bo jiyanek azad û têkoşîna xwe bihêz bikin ku ev serkeftin dê hemû lîstîkên li ser vê gelê vala derkeve.”