'Têkildarî bûyerên revandinê lêpirsîn nayê destpêkirin'

  • 12:23 10 Sibat 2021
  • Ramyarî
 
ENQERE - Parlamentera HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglû bal kişand ser bûyerên revandinê û wiha got:"Di mehek dawî de 7 ciwan bi sepanên vî awayî re rûbirû man. Wezîrê Karê Navxweyî gefan li însanan dixwe. Hûn ê ji vê re bêjin asayî ye? Naxêr. Ne asayî filan e. Ev yek ne ji rêzê ne jî."
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Enqereyê Fîlîz Kerestecîoglû têkildarî revandina du jinên endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê yên li Enqereyê û xwepêşandanên xwendekaran ên li dijî “rektorê qeyûm” li Meclîsa civîna çapemeniyê li dar xist. 
 
Fîlîzê diyar kir ku di 2’yê sibatê de du jinên ciwan ên endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ji aliyê 6 kesan ve hatine revandin û got: “Ro li nîvro li ber çavê her kesî însanan direvînin û desteser dikin. Şerm nakin, belê şerm nakin. Di mehek dawî de 7 ciwan bi sepanên vî awayî re rûbirû man. Wezîrê Karê Navxweyî gefan li însanan dixwe. Hûn ê ji vê re bêjin asayî ye? Naxêr. Ne asayî filan e. Ev yek ne ji rêzê ne jî.” 
 
'Têkildarî bûyerên revandinê de lêpirsîn nayê destpêkirin'
 
Fîlîzê anî ziman ku van bûyerên revandinê nayên lêpirsîn û wiha got: “Endamê Meclîsa partiya me yê berê Erol Çîftçî di 27’ê çile de gazî wî dikin ku biçe Qereqola Tûzlûçayira Mamaka Enqereyê. Diçe wir û sîxuriyê lê ferz dikin û jê dixwazin ji bo dosyeya jê tê darizandin bibe ‘şahidê nepen’. Erol Çîftçî viya qebûl nake. Çima ev tişt tên serê Erol Çîftçî ji ber ku HDP’yî ye yanî bi rêxistinkirî ye û kurd e vê yekê anîne serê wî.” 
 
'Pesnê avêtina roketan vedide'
 
Fîlîzê xwepêşandanên xwendekarên zanîngehan ên li dijî “rektorê qeyûm” jî nirxand û got: “Bi rojane ev xwendekar û welatî dibêjin ‘em ê li erdê nenerên’. Ev yek tenê ne pirsgirêka Zanîngeha Bogazîçiyê ye. Rejîma qeyûm ji şaredariyên me bigire heta rêxistinên civaka sivîl û heta rektorê qeyûm tayînî Zanîngeha Colemêrgê kirine pirsgirêka me hemûyan e. Naxwazin ev kesê ku welat tev bi rê ve dibe, zanîngehan jî bi rê ve bibe. Jixwe armanca wan jî ne ew e ku zanistê û teknolojiye ji xelkê re hilberînin. Melîh Bûlû bi tecrubeyên wî yên li pîşesaziya şer dide. Heta xwe nagire û pesnê avêtina roketan vedide.” 
 
'Li dijî îşkenceyê bêdeng dimînin'
 
Fîlîzê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser îşkence û muameleya xerab a li xwendekaran û çalakgeran tê kirin û got rayedar, dozger û dadger li dijî îşkence, binçavkirin û zextên li ser xwendekar, nûnerên partiyên siyasî, parêzer, karkeran bêdeng dimînin.