Ebrû Gunay: Greva birçîbûnê banga edalet û hiqûqê ye

  • 13:00 29 Çile 2021
  • Ramyarî
 
ENQERE - Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay di civîna çapemeniyê de bal kişand ser berxwedana li zindanan û wiha got:"Daxwazên girtiyan rewa û demokratîk in. Greva birçîbûnê banga edalet û hiqûqê ye. Ji bo daxwazên girtiyan werin pejirandin em ê têkoşîna xwe her mezin bikin."
 
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li Navenda Giştî ya partiyê civîna çapemeniyê li dar xist û mijarên di rojevê de nirxand. Gunay destnîşan kir ku li Tirkiyê gelek kêşe û tengasî hene û got: “Daxwaza civaka me ew e ku ji van zextan rizgar bibe. Gelê me ji bo vê yekê têdikoşe û li ber xwe dide. Ev yek hemû xîrata me ya ji bo îradeya çareseriyê, israr û têkoşîna me hin bêtir mezin dike.” 
 
'Girtî li berxwe didin'
 
Ebrûyê bi bîr xist ku ji îro pê ve li 107 girtîgehan ji 2 hezarî zêdetir girtiyên siyasî 64 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger de ne û wiha got: “Ji du mehan zêdetir e însan di nava bêderfetiyan de li ber xwe didin û îtîrazî rêveçûyîna heyî dike. Daxwazên girtiyan pir eşkere û zelal in. Bi hezaran girtiyên li zindanan ku ji aliyê îqtîdarê ve hatine girtin di serî de li ber tecrîda girankirî ya li Îmraliyê û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û neheqî û bêhiqûqiyan radibin û li ber xwe didin.” 
 
'Daxwazên girtiyan rewa û demokratîk in'
 
Ebrûyê destnîşan kir ku di 10 salên dawî de li Tirkiyeyê ji her cure raman û derdorê însan hezar cure çalakî û şahî li dar dixin û got: “Êdî di destên însanan de fener heye û li edaletê digerin. Li vî welatî di 10 salên dawî de 2 grevên birçîbûnê yên mezin ku li dinyayê bûn rojev qewimîn. Baş e ev grev tiştekî ji aqlê dewletê re dibêjin û ifade dikin nîne gelo? Li vî welatî her roj bêhiqûqî heye. Bi hezaran însan li dijî van neheqiyan xwe birçî dihêlin. Li ser vê yekê jî rayedarên hikumetê radibin û dibêjin ‘em rêveberiyek demokratîk in.’ Ev gotinên rayedarên hikumetê trejadiya vî welatî ye. Komîsyona Şopandina Greva birçîbûnê ya ji komîsyona me û rêxistinên civakî yên sivîl pêk tê heye û xebatên xwe didomîne. Em pêvajoyê ji nêz ve dişopînin. Daxwazên girtiyan rewa û demokratîk in. Ji bo daxwazên girtiyan werin pejirandin em ê têkoşîna xwe her mezin bikin.” 
 
'Di operasyonên sîvîl de sîvil hatin qetilkirin'
 
Ebrûyê  di dewama axaftina xwe wiha got: “Hikumeta AKP-MHP’ê, ne tenê li Tirkiyeyê, li Rojava û Başûr jî dijminatiya gelê kurd didomîne. Ji Efrînê bigire heta Serêkanî û Girê Spî, ji Qamişloyê bigire heta Başûr, êrişî sivîlan dike. Heta niha bi hezaran sivîl di operasyonên leşkerî de hatin kuştin. Li aliyekî kuştin, li aliyê din jî revandin, koçberkirin û talan. Çend roj berê li Rojava, li Til Rifatê êrişek ji aliyê artêşa tirk ve hate kirin û di encamê de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 6 sivîl jî birîndar bûn. Mixabin Wezareta Parastinê ya Neteweyî ev êriş girt ser xwe û kesên ku hatin kuştin wek terorîst bi nav kirin.
 
'Hemû qanûnên navneteweyî binpê dikin'
 
Ji bo wan sivîl 'terorîst' in, kurd 'terorîst' in, gelên Rojava 'terorîst' in û qetla wan jî rewa û heq e. Hikumeta AKP-MHP’ê hemû qanûnên navneteweyî binpê dike. Mafê jiyanê nas nake û bûye sebebê gelek sûcên li dijî mirovahiyê. Em cardin li vir êrişên li hemberî gelê Kurd, êrişên li hemberî sivîlan şermezar dikin. Ên ku sivîlan qetil dikin bila baş bizanibin ku em ê li her derê têkoşîna ji bo edaletê bidomînin. Em ê heqê sivîlên bêguneh û gelê me yê Rojava ji wan bipirsin. Em tu carî vê yekê ji wan re nahêlin. Ez dîsa li vir dixwazin bi bîr bînim ku politîkayên desthilatdariya AKP’ê yên li Başûr û Rojava ne ji bo çareseriyê û qenciya kurdan e. Ev polîtika ji bo dagirkirin û desteserkirina Rojava û Başûr in. Pewiste e rêveberiya Başûr û hemû kurd vê rastiyê bibînin û bizanin. Ji ber vê yekê em dîsa dibêjin divê kurd yekîtiya xwe pêk bînin.
 
'Li dehan zindanan, girtî bangî hikûmetê dikin' 
 
Ebrûyê wiha domand:"Wek min got, hikumeta AKP-MHP’ê êdî tu hiqûqê nas nake. Qanûnên xwe û yên navneteweyî binpê dike. Li hemberî birêz Ocalan tecrîdeke giran dide meşandin. Lê li zindanan bi hezaran girtî li hemberî vê tecrîdê şêst û çar roj in di greva birçîbûnê de ne. Li dehan zindanan, bi hezaran girtî bangî hikûmetê dikin û dibêjin werin ser riya heq û heqîqetê. Qanûnên xwe binpê nekin û werin ser riya edaletê.
 
'Greva birçîbûnê banga edaletê ye'
 
Ebrûyê wiha bi dawî kir:"Greva birçîbûnê banga edaletê ye, banga hiqûqê ye. Pergala ku li Îmraliyê hatiye avakirin, pergala rewşeke awarte ye. Binpêkirina qanûnên Tirkiyeyê ye, nenaskirina qanûnên navneteweyî ye, êrişa li hemberî mafê jiyanê ye. Pergala ku li wir hatiye avakirin, dixwazin belavî temamî Tirkiyeyê bikin. Ez careke din ji vir bang dikim. Rojek berî rojekê guh bidin deng û banga girtiyên li zindanan. Ji bo ku rewşa zindanan xerab nebe, ji bo ku xetere mezin nebe divê gav bên avêtin. Ew gav ne sibê, divê îro, divê niha bên avêtin. Ji bo ku ev grev bi dawî bibe, divê îro tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin. Her saet, her roj xetereyê xetereyê mezin dike.”