Fîlîz Kerestecîoglu: Êdî daraz ji rê derketiye

  • 12:49 27 Çile 2021
  • Ramyarî
 
ENQERE - Têkildarî geşedanên dawiyê de Parlamentera HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglu civîna çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku daraz bi temamî ketiye bin kontrola siyasetê û got: "Di dozên jinan de delîl baş nayên komkirin. Jin heta birîndar nebin, serî hilnedin û tênekoşin nikarin mafê edaletê bi dest bixin." 
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Enqereyê Fîlîz Kerestecîoglu, li meclîsê têkildarî geşedanên dawî civîna çapemeniyê li dar xist. Fîlîz, anî ziman ku êdî serxwebûna darazê ji aliyê her kesî ve bûye mijara nîqaşê.
 
Fîlîz di civînê de wiha axivî: "Êdî her kes girtî tên darizandin. Biryara berdanê jî ji ber pergala înfazê li ber çavan nayê girtin. Daraz bi temamî ketiye kontrola siyasetê. Êdî daraz ji rê derketiye. Ev yek herî zêde bandorê li jinan dike. Her roj jin tên kuştin û tundî li wan tê kirin.
 
Di dozên jinan de delîl baş nayên komkirin. Jin heta birîndar nebin, serî hilnedin û tênekoşin nikarin mafê edaletê bi dest bixin. Di sala 2017’an de li Enqereyê ajokarê otobusê tecawizî jinek rêwî kir û dawiyê hat cezakirin. Lê beriya wê ajokar bi dehan caran heman sûc kiribû û dîsa hatibû berdan.  
 
Daraz her tim biryarên skandal digire 
 
Kesê bersûc Umitcan Uygun wêneyê bi Erdogan û Bahçelî re kişandibû parve kir. Di encamê de Umitcan Uygun, ne têkildarî kuştina Aleyna Çakir, ji ber sûcê tiryaka hat girtin. Faîlên tundiya jinan vê aramiyê ji ku digirin. Rojên borî darazê derbarê tundiya zayendî de biryarek balkêş û skandal stend. Dadgehê têkildarî jina tundî lê hatiye kirin a temenê wê kêmî 18 salî, bi hinceta 'agahî nedaye malbatê û 15 roj şûnde serlêdana sûc kiriye,' wekî bi 'Riza xwe' kiriye qebûl kir û doz betal kir. Tecawiz û îstîsmarek zayendî ne 15 rojan hin caran heta 15 salan nikarin bînin ziman. Ji ber zext û tundiya li ser wan gelek zêde ye. Ji ber vê yekê jin di vê mijarê de bêçare tên hiştin. 
 
Duh mirov dihatin windakirin, îro jî tên windakirin 
 
Duh mirov dihatin windakirin. Îro jî ev windakirin kirine rastiya Tirkiyeyê. Sala par di 11'ê çileya 2020'an de li Elkê ya Şirnexê Şimunî Dîrîl û hejîna wî Hurmuz Diril winda kirin. Salek e agahî ji wan nayê girtin. Mehmet Mal di 24'ê çileya 2020'an de ji Êlihê çû Stenbolê û xwest kurê xwe yê li Girtigeha Sîlîvrî bibîne. Lê Mehmet Bal ji wê rojê heta niha winda ye. Gulistan Doku, ji 5'ê Çileya 2020'an heta niha winda ye.  Înîsiyatifa Mafan diyar kir ku di navbera salên 2016-2019'an de 28 kes bi zorê û li dijî zagonan hatine revandin. Di encama zextên cemaweriyêde ev kes piştî demek şûnde hatine berdan.
 
Dîsa xebatkarê Serokwezîriyê Huseyin Galip Kuçukozyîgît, di 29'ê Kanûna 2020'an de winda bû. Windakirina bi zorê, binçavkirina dijzagonî, îşkenceya di bin çavan de ev hemû sûcên mirovahiyê ne. Em vê yekê jisalên 90'î de nas dikin. Ev sûcên li dijî mirovahiyê ne. Em revandina mirovan ji salên 1990'an de dizanin 
 
Divê rûye rastî bê ronîkirin
 
Her çend Gokhan Guneş îro hatiye malê jî, divê daraz û midûriyeta polîsan aşkere bike ku kê ew bi zorê revandiye. Divê rûyê rastî ronî bikin. Heta ku ruyê rastîn ronî neke em dizanin ku pirsa vê yekê dikin ya na? Em berê baş dizanin ku rayedarên dewletê mirov direvandin. Piştre bi hevkariyê ser van sûcan vedişartin. Eger hesab ji vê yekêpirsî bûna îro di 2021'an de em li ser vê mijarê ranediwestiyan. Di sala 1992'an de Rewşenbirê Kurd Musa Anter li Amedê qetilkirin. Niha doz bi talûkeya ku dem di serre derbas bibe re rû bi rû ye. Niha dîsa cînayetê Hrant Dink jî bi heman rengî ye. Herî zêde îqtîdar li pêş ronîkirina van cînayetan asteng e." "