Pervîn Buldan: Yekane rêya têkçûna DAIŞ'ê yekîtiya gelan e

  • 14:16 26 Çile 2021
  • Ramyarî
ENQERE - Di civîna koma HDP'ê de Hevseroka Giştî Pervîn Buldan axivî û kuştina jinên siyasetmedar a li Hesekê şermezar kir û got: "Em kuştina siyasetmedarên jin Seda Feysel El Hermas û Hind Letif El Xidar û kuştina 32 sivîlan a di êrîşa DAIŞ'ê de şermezar dikin. Tenê rêya têkçûna daîmî ya DAÎŞ'ê yekîtiya têkoşîna gelan e." 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, di civîna koma HDP'ê de axivî û bal kişand ser geşedanên dawî. Pervîn, ewil kuştina jinên siyasetmedar Seda Feysel El Hermas û Hind Letif El Xidar ên ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin kuştin şermezar kir û got: "Em kuştina siyasetmedarên jin Seda Feysel El Hermas û Hind Letif El Xidar û kuştina 32 sivîlan a di êrîşa DAIŞ'ê de şermezar dikin. Tenê rêya têkçûna daîmî ya DAÎŞ'ê yekîtiya têkoşîna gelan e." 
 
Pervîn, da zanîn ku wan salek pir dijwar li pey xwe hişt û wiha axivî: "Îsal li dijî faşizmê bû sala berxwedanê. Li aliyê din li dijî Covît-19'an bû sala têkoşînê. Me tu carî hevî û baweriyên xwe winda nekir. Em ê bi vê hêz û baweriyê sala 2021’an bikin sala serkeftinê. Em ê bi bernameya nû ya têkoşînê em ê bi gelê xwe re li qadan têkoşîna xwe berdewam bikin. Ji bo em demokrasî, wekhevî, azadî û edaletê, dîsa ji bo em rêya aştiyê vekin em ê têbikoşin."
 
Pervîn da zanîn ku îqtîdar dixwaze HDP'ê li dervê siyasetê bihêlin û wiha bi lêv kir: "Her cudeyê lîstikan li pêş me datînin. Dixwazin hêza HDP'ê ku siyaseta Tirkiyeyê diyar dikin li dervê siyasetê bihêlin. Îqtîdar dixwaze dijhiqûqiyê asayî bike. Her tim hewl didin muxalefetê perçe bikin û asteng bikin. Lê ev hewldan dê encamê nestîne. Dê nikaribin hêz û siyaseta HDP'ê asteng bikin."
 
Pervîn, anî ziman ku berpirsiyariya wan giran e û wiha berdewam kir: "Em dizanin berpirsiyariya me giran e. Lê em hêz û baweriya xwe ji gelê xwe distînin. Em bi vê bawerî û biryarê em ê erka xwe pêk bînin. Em tu carî ji xeta xwe û siyaseta xwe dûr neketin. Em ê rêxistin û têkoşîna xwe bêtir mezin bikin.