800 zarok bi dayikên xwe re girtî ne

  • 16:02 23 Çile 2021
  • Ramyarî
ENQERE -  HDP bal kişand ser zarokên ku bi dayikên xwe re girtinê û got: "Heta dawiya sala 2020'an zêdeyî 800 zarok li gel dayikên xwe di girtîgehê de bûn. Ji ber şert û mercên girtîgehan zarok li vir pêş nakevin."
 
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlioglu, têkildarî “Înfaza tedbîrên ewlehî û ceza ya hêjmar 5275" daxwaza guhertina zagonê da meclîsê û xwest ji bo girtî bên berdan zagon bê guhertin. 
 
Parlamenter Omer Faruk, destnîşan kir ku heta dawiya sala 2020'an zêdeyî 800 zarok li gel dayikên xwe girtî ne û got: "Zarokên temenê wan 0-6 salî di vê demê de di aliyê derûnî û bedenî de mezin û pêş dikevin. Lê dema zarok di vî temenî de li gel dayikên xwe li girtîgehê de bin pêş nakevin. Şert û mercên zarok li vir pêş bikevin tune ye. Jiyana zarokan li girtîgehan derbas dibe. Ji ber şertên girtîgehê zarok nexweş dikevin. Ji ber vê yekê dayikên zarokên temenê wan 18 û 72 mehî divê rewşa derûnî û civakî li ber çavan bê girtin û wan di daîreyên apart de bên bi cih kirin."