Zuleyha Gulum:Li 102 nexweşxaneyan kurtaj qedexe ye!

  • 12:19 18 Çile 2021
  • Ramyarî
ENQERE - Zuleyha Gulum a HDP'yî diyar kir ku li 102 nexweşxaneyên giştî kurtaj wekî fîîlî qede ye û Zuleyhayê bi armanca girtina tedbîrên ji bo kesên divê kurtaj bibin û sedemên qedexeya kurtajê bên lêkolînkirin xwest Meclîs lêkolînê bike. 
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê Zuleyha Gulum têkildarî qedexeya kurtajê ya fîîlî pêşniyaznme pêşkêşî Serokatiya Meclîsê kir. Zuleyha Gulum a HDP'yî diyar kir ku li 102 nexweşxaneyên giştî kurtaj wekî fîîlî qede ye û Zuleyhayê bi armanca girtina tedbîrên ji bo kesên divê kurtaj bibin û sedemên qedexeya kurtajê bên lêkolînkirin xwest Meclîs lêkolînê bike. 
 
Li 102 nexweşxaneyan kurtaj qedexe ye!
 
Li gor rapora "Xizmetên Kurtajê yên li Nexweşxaneyên Giştî" li Tirkiyeyê tevî ku zagonî ye ji 295 nexweşaneyên giştî jê 102 nexweşxane mafê kurtajê pêk neyne. Di raporê de hat ragihandin ji 295 nexweşxeyên giştî tenê li 10 heban daxwaza jinê esas tê girtin û mafê wê yê kurtajê didin wê. Her wiha di raporê de hat gotin li 102 nexweşxaneyan kurtaj qedexe ye!