Ji HDP'ê kampanyaya li dijî tecrîdê

  • 15:46 12 Çile 2021
  • Ramyarî
ENQERE - Encamnameya civîna Meclîsa Partiyê ya HDP'ê hat aşkerakirin û wiha hat gotin: "Partiya me ji bo rakirina tecrîdê ya di rojevê de û bidawîanîna binpêkirinên li girtîgehan wê kampanyayê bide destpêkirin.''
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) encamnameya civîna Meclîsa Partiyê (MP) a 10'ê çile li dar xistibû eşkere kir. Di encamnameyê de bi hinceta "Lêpirsîna Kobanê" ya 6-8'ê Cotmehê zextên deshilatdariya AKP-MHP'ê yên li ser HDP'ê hat bibîrxistin.
 
Di encamnameyê de wiha hat gotin: ''Bi Lêpirsîna Kobanê, desthilata AKP-MHP'ê dixwaze têkoşîna berxwedêr a Gelê Kurd û partiya me ji dewrê derxîne, ji ber astenga sereke ya li pêş dîktatoriyê ku dixwazin bi hilbijartinê rewa bikin HDP ye, dixwazin partiya me bêkêr bikin. Ev êriş di şexsê HDP'ê de tu caran wê nikaribe têkoşîna demokrasî, azadî û dadmendiyê ya bi milyonan mirov asteng bike. Biryara beriya demeke nêz a DMME'yê ya derbarê hevserokê me yê berê Selahattîn Demîrtaş de bûye biryareke dîrokî ya ku kemîna ji 2014'an û vir ve li ser partiya me û hemû muxalefetê bi destê darazê tê bicihanîn, mehkûm dike.
 
Rojeva me grevên birçîbûnê ye 
 
Ji bo daxwazên biheq ên grevên birçîbûnê bi cih werin, bi piştgiriyeke berfireh a civakî bê avakirin bihistyariya demokratîk a xurt, weke peywireke me ya lezgîn hatiye dîtin. Em dixwazin diyar bikin têkoşîna dijî tecrîdê bi geşkirina çareseriya demokratîk û hêviya aştiyê re di zik hev de ye, ev rojeva girîng, divê ne tenê rojeva beşekî civakî an jî partiyekê be, divê rojeva hemû hêzên demokrasiyê be.
 
Hevalbendiya Demokratîk dê berfireh bibe
 
Sala 2021'an wê bibe saleke ku têkoşîna dînamîka azadiyê ya Gelê Kurd ku bi partiya me re berbiçav bûye û ya hemû derdorên ku keda wan tê xwarin, têne çewisandin û derdorên civakî geştir bibe û faşîzm hilweşe, li ser rêya ber bi Komara Demokratîk ve, Hevalbendiya Demokratîk bêhtir berfireh bibe.
 
Tevgera Jinên Kurd û Tevgera Jinan a Tirkiyê 2020'an rêz û rêça piştevanî û têkoşer domand. 2020'an li eniya muxalefetê bi roleke zehf girîng rabûn. 2021'an jî jin wê li ber xwe bidin û avakariya ya nû bidomînin.
 
Em ê kampanyayek bidin destpêkirin 
 
Biryara ku Daîreya Mezin a DMME'yê dayî, bi qasî ku li Tirkiyê reformeke berfireh a hiqûqî were kirin girîng e. Têkilî vê yekê wê partiya me ji bo rakirina tecrîdê ya ku di rojevê de ye û ji bo bidawîbûna binpêkirina mafan a li zindanan wê kampanyayê bide destpêkirin. Di serdema bê de xebata sereke ya li ber partiya me wê ev kampanya be. Kampanyaya me wê bi rengekî herî berfireh bi derdorên civakî û siyasî re were rêvebirin, ku li heq, hiqûq, dad û azadiyê digerin. Derheqê kampanya me piştî ku naverok bi berfirehî hat zelalkirin bi giştînameyekê dê di rojên pêş de ji rêxistinên me hemûyan re were şandin û bi daxuyaniyekê bi raya giştî re were parvekirin.''