‘Zîhniyeta serîtewandinê li jinan ferz kir, kujerên xwe jî afirand’

  • 09:10 12 Çile 2021
  • Ramyarî
COLEMÊRG - Hevseroka HDP’a Colemêrgê Sîpan Turan diyar kir ku li Tirkiyeyê di 2020’an de bi şert û mercên pandemyê re kuştinên jinan zêde bûne û li Tirkiye di 10 salên dawî de li seranserê Cîhanê hatiye asta herî şûnde ketî ya azadiyan. Sîpanê her wiha bi lêv kir ku zîhniyeta jin hespê malê kir û serî pê da tewandin kujer jî afirand.
 
Li Tirkiyeyê ji ber virusa koronayê di 2020’an de şîdeta mêr-dewletê hîn bêtir zêde bû û di 2020’an de herî kêm 332 jin di encama şîdeta mêr de jiyana xwe ji dest dan. kujerên 42 jinî nehatin dîtin û 290 jin jî ji aliyê kesên nêzî xwe ve; bav, bira, xizm, zarok, hevalên xwe ve hatin qetilkirin. 110 jinan bi awayê bi guman jiyana xwe ji dest dan. Hevseroka HDP’a Colemêrgê Sîpan Turan got li Tirkiyeyê ji ber sînorkirin û tedbîrên vîrusê gelek pirsgirêk jî derketine holê.
 
‘Di saetên dawîn ên salê de jin qetil kirin’
 
Sîpan Turan bi lêv kir ku qetilkirina jinan di 2020’an de jî berdewam kiriye û her sal herî kêm 300 jin tên qetilkirin û li gorî daneyan di 2020’an de 323 jin hatine qetilkirin û 110 jî bi guman mirine. Sîpanê daxuyakirin ku roja dawî ya 2020’an de 4 jin hatine qetiklirin û got: “Di saetên ewil yên 2021’ê de jinek mirî hat dîtin. Kuştin û şîdeta li ser jinan bi awayekî cidî zêde bû. Pêvajoya pandemiyê jî gelek pirsgirêk bixwe re anî.”
 
‘Kujer afirandin’
 
Sîpanê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku di bernameyên perwerda ji dûr ve de perwerda ji bo xwendekaran tê dayîn jî perwerda zayendperest e û got: “Ligel vê dema gelek kar tên kirin jî bi dengê mêran ferman tê dayîn. D heman demê de ji aliyê lîstikvanên jin ve ev kar tên kirin. Li gorî lijneya fikrê Freedom Hause jî Tirkiye di 10 salên dawî de welatê herî zêde di azadiyan de başve ketiye. zîhniyeta jin hespî malê kir û serî pê da tewandin kujer jî afirandin. Em ê her tim li dijî şîdet, tacîz û tecawizê bibin dengê jinan. Hêviya min ev e ku sala 2021’ê ji şîdetê dur be.”