'Girtina Leyla hemleyeke ji sazîbûna faşîzmê ye'

  • 09:02 5 Çile 2021
  • Ramyarî
Melike Aydin 
 
STENBOL - Berdevka Demî ya TOP'ê Perîhan Koca ya bertek nîşanî girtina Hevseroka KCD'ê û Aktivîsta TJA'yê Leyla Guven da wiha got:"Girtina Leyla hemleyeke ji sazîbûna faşîzmê ye."
 
Piştî ku 22 sal û 3 meh ceza li Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Leyla Guven hat birîn şûnde di 22'yê Kanûnê de ew şandin Girtîgeha Jinê ya Tipa T a Amedê û piştre sirgunî Girtîgeha Tipa E ya Xarpêtê hat kirin. Bertekên gelek aliyan ên li dijî girtina Leyla Guven dewam dikin. 
 
'Îktidar hem li hundur hem li derve tengasî bûye'
 
Berdevka Demî ya Partiya Azadiya Civakî  (TOP) Perîhan Koca, da zanîn ku şandina Leyla Guven a girtîgehê hemleyeke ji sazîbûna faşîzmê ye û wiha got:"Îktidar hem li hundur hem li derve tengasî bûye. Her ku diçe îtibara xwe winda dike. Girtina Leyla biryareke siyasî ye. Ji ber polîtîkayên tasfiyekirina kurdan biryarên siyasî tên girtin. Ji ber Leyla Guven li girtîgehê serî hilda û dema derket jî di nava gel de çalak bû loma hat girtin. Her wiha gel bertekê nîşanî êrişên li dijî STO'yan û nîqaşên derbarê Peymana Stenbolê de didin."
 
'Girtina Leyla hemleyeke ji sazîbûna faşîzmê ye'
 
Perîhanê tayinkirina qeyûman a şaredariyan a  di 31'ê Adara 2019'an de, operasyonên girtin û binçavkirinê bi bîr xist û wiha got:"Çend roj berê Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay hejmareke mezin eşkere kir. 10 hezar HDP'yî di nava pêvajoya nêzî pênc salan rehîn hatine girtin. Bi taybet tundî jî ji aliyê dewletê rêya wê hatiye vekirin. Girtina HDP'ê her dem di rojevê de tê hiştin. Daxuyaniyên Bahçelî û Soylu, gotinên biryara AÎHM'ê ya derbarê Selahattin Demirtaş me eleqedar nake, girtina Leyla Guven û hedefgirtina Rêxistinên Civaka Sîvîl sazîbûna faşîzmê nîşan dide. Loma girtina Leyla hemleyeke ji sazîbûna faşîzmê ye"
 
'Tevgereke jinê heye'
 
Perîhanê da zanîn ku divê li dijî kiryarên tên kirin pirsa "Divê çi bê kirin","Çawa bê kirin" bên pirskirin û wiha pê de çû:"Tevî şerdên dijwar ên pandemiyê jî jinan ji bo Peymana Stenbolê neyê rakirin derketin qadan her wiha çalakiyên xwe yên 25'ê Mijdarê li dar xistin. Tevgereke jinê heye. Di heman demê de serîhildanên ji bo ax, av û hewaya gundê xwe jî hatin kirin. Me dît ku ev çalakiyên ku hatine kirin bi tundî mudaxaleyî wan hat kirin. Niha têkoşîneke gel heye û ev ne kêm e."
 
'Divê rêxistinbûyin pêş bikeve'
 
Perîhanê wiha bi dawî kir:"Tevgera jinê ji bo rêxistinbûyinê rêyê vedike. Pratîka jin bi hev re bi hêz in modela serîhildanê derdixe pêş. Ev modeleke girîng e. Loma divê rêxistinbûyin pêş bikeve. Divê teşeyên cuda yên serîhildanê jî em derxin pêş. Em dikarin wiha bi ser bikevin."