Meclisa Jinan a HDP'ê civîn li dar xist

  • 17:25 27 Kanûn 2020
  • Ramyarî
ENQERE - Meclisa Jinan a HDP'ê bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan bi rêya onlînê civîn li dar xist. 
 
Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji bo xeta xwe ya têkoşîna ya polîtîk diyar bike bi rêya onlînê civîn li dar  xist. Hevseroka HDP'ê ya Giştî Pervîn Buldan, Berdevka Meclisa Jinan Ayşe Acar Bajaran, parlamenterên jin û endamên Meclisa Jinan a HDP'ê tevli civîn bûn.
 
'Divê sala 2021'ê bibe sala serkeftina jinan'
 
Pervîn Buldan axaftina vekirinê ya civînê kir û got, 2020 bû sala ku daxwazên jinan tune hatin hesibandin û mezinbûna têkoşînê û wiha berdewam kir, "Divê sala 2021'ê jî bibe sala serkeftina jinan."
 
Piştî axaftina Pervînê êrîşên li ser HDP'ê, greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê, girtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, biryara DMME'yê ya derbarê Hevserokê Berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş de, pêşketinên rojevî û êrîşên li ser jinan hatin niqaşkirin.
 
Li bendê ye ku encamnameya civînê di rojên pêş me de bê bê weşandin.