'Girtina Leyla Guven êrîşa li ser îradeya jinê ye'

  • 09:09 25 Kanûn 2020
  • Ramyarî
STENBOL - Hevseroka ESP'ê Ozlem Gumuştaş got ku cezayê li Hevseroka KCD'ê Leyla Guven hatiye birîn û girtina wê êrîşa li hemberî îradeya Jina e û got, "Em ê xwedî li Leyla Guven, KCD û têkoşîna azadiyê ya gelê kurd derkevin."
 
Di daneşîna biryarê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku di 21'ê Kanûnê de li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin de 22 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn û di êvara heman rojê de Leyla ji mala parlamentera HDP'ê Semra Guzel a li Peyasa Amedê hat binçavkirin. Leyla, di serî de birin GIrtîgeha Tîpa E ya Jinan a Amedê û piştre jî sirgûnî GIrtîgeha Tîpa E ya Xerpêtê kirin. 
 
Derbarê girtina Leylayê de Hevseroka Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP)  Ozlem Gumuştaş nirxandin kir. 
 
'Biryar  stratejiya şer a rejîma faşîst li dijî kurda ye'
 
Ozlemê diyar kir ku polîtîkayên li dijî Leylayê hewldaneke li dijî rêxistina hevgirtî ya demokratîk e û wiha berdewam kir, " Cezayê girtîgehê yê li Leyla hat birîn encama stratejiya şer a li dijî kurda ye û li dijî tevahiya siyasetmedarên kurd e. Ev tenê ne peyameke ku didiin Gelê Kurd e. Di heman demê de li hemberî çepgir û sosyalîstan û li dijî têkoşîna azadiya jinê ye."
 
'Em ê li hemberî ceza destkeftiyên xwe biparêzin'
 
Ozlemê got ku girtina Leylayê darbeya li dijî azadiya rêxistina jinê ye û ev tişt got, "Ev di heman demê de helwesta bşoka faşît a li dijî azadiyan ku wê çawa li dadgehan bê bichkirine. Em ê li dijî van cezayên têkoşîna xwe ya azadiyê bidomînin, van cezayan nas nekin û destkeftiyên xwe biparêzin. Wê ev jî ji bo me bibe rêyeke têkoşînê."
 
'Girtina Leyla êrîşa li hemberî îradeya jinê ye'
 
Ozlemê got ku Leyla siyasetmedareke ku berpirsiyariya Gelê Kurd girtiye ser xwe ye, kirdeyeke siyasî ye û di dirêjiya axaftina xwe de wiha got, " Em êrîşa li hemberî Leyla Guven û girtina wê ku xwestin wê ji qada siyasetê dûr bikin wekî êrîşa li dijî têkoşîna azadiya jinê dibînin. Di heman demê de em vê êrîşê wekî astengiyeke li hemnberê têkoşîna xwe dibînin .Em jin dibêjin ku em li pişt Leyla Guven û têkoşîna wê ne û em ê bi hev re têkoşîna xwe bidomînin .Em sosyalîstên Tirkiyeyê hem li têkoşîna Leyla Guven, KCD û hem jî li ya Gelê Kurd xwedî derdikevin û em ê vê helwesta xwe bidomînin."
 
'Em ê bi jinan re di piştevaniyê de bin'
 
Ozelmê bi bîr xist ku ew bi rêxistinên jinan re li dijî êrîşên li ser TJA'yê û Komeleya Jinan a Rosayê ne û wiha dawî li axaftina xwe anî, "Wê jin li metrepolan li dijî êrîşa li ser Leyla Guven bi hev re têbikoşin. Erka me ye ku em bi Leyla Guven re di piştevaniyê de bin û li dijî êrîşan li qadan bin."