Komkujiya Gurgumê li Meclîsê hat bibîranî

  • 16:50 18 Kanûn 2020
  • Ramyarî
ENQERE - Bi boneya salvegera 42’yemîn a Komkujiya Gurgumê HDP li Meclîsê daxuyanî da û got: "Komkujiya Gurgumê bi taybetî li dijî elewî û çepgiran hat kirin. Hemû beşên komkujiyê bi plan û organîzekirîbûn. Li gorî daneyên fermî di vê komkujiyê de, 111 mirovan jiyana xwe ji dest dan."
 
Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi boneya salvegera 42’yemîn a Komkujiya Gurgumê li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist. Parlementeran wêneyên kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabûn hilgirtin. Parlementera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari di civînê de axivî. 
 
Tulay, da zanîn ku malên elewiyan destpêkê tespît kirin, kirin hedef û dûre komkûjî pêk anîn û got: "Komkujiya Gurgumê bi taybetî li dijî elewî û çepgiran hat kirin. Hemû beşên komkujiyê bi plan û organîzekirîbûn. Li gorî daneyên fermî di vê komkujiyê de, 111 mirovan jiyana xwe ji dest dan, 200 xaniyên elewiyan hatin şewitandin û ji sedî zêdetir kargeh hatin texrîbkirin. Li gorî daneyên ne fermî ev tablo gelek zêdetir e.”
 
Tulay, anî ziman ku tişta li Gurgumê pêk hat komkujiye û wiha berdewam kir: “Cennet Çîmen a 80 salî ya ku çavên wê korbûn, çavên wê derxistin, qetilkirin û avêtin çala tiwaletê. Esma Sûna ya ducanî bû zikê wê qelişandin û pitika wê ya 8 mehî derxistin. Alî Traş ê 12 salî piştî dest û lingên wî birîn perçekirin û di qazanan de kelandin. Ev ne komkujiyeke, qirkirina elewiya ne. Bi taybetî elewiyên hejmara wan kêm û bêparastin bi hovane hatin qetilkirin. Tişta ku mirov pê diêşe, elewî ji aliyê cîranên xwe yên ku her tim têkiliya wan bi hev re hebûne ve, hatine qetilkirin.”
 
Tulay, bi lêv kir ku ji kujeran re cezayên ku tenê qanûn cihê xwe bibîne dan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heta ku welatê me ji paşeroja xwe re rûbirû nemînin wê pêş nekevin. Nêzîkatiya kesên niha berpirsyartiya welat digirin a komkujiyan dide nîşandan ku ji bo demokrasî û aştiyeke civakî hêj gelek rê heye. Ji bo ku demokrasî pêşbikeve divê mafê hemwelatîbûna wekhev ên mirovên me yên nasnameyên wan ên nijadî û bawerî hene, werin naskirin. Heta ku bêhna me têrê bike, em ê canên xwe yên me windakirine bi bîr bînin û êşên wan parve bikin.”