Tulay Hatîmogullari: Hevkariya şer dê bandorê ser destkeftiyên kurdan bike

  • 09:06 11 Mijdar 2020
  • Ramyarî
ENQERE - Parlamentera HDP'ê Tulay Hatîmogullari polîtîkayên PDK'ê û AKP'ê nirxand û got: "Hevkariya ku niha li herêmê tê kirin dê bandorê ser destkeftiyên kurdan bike. 'Plana Têkbirinê' niha gav bi gav tê pratîzekirin. Li dijî şer jî divê di nava hemû gelan de yekitiyek bê avakirin." 
 
Polîtîkayên Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê, Hikûmeta Iraqê û Tirkiyeyê di nava raya giştî de bû sedema fikaran. Her wiha bi taybetî jî amedekariya şer a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) rojeva sereke ya kurdistaniyan e. Parlamentara Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Edeneyê Tulay Hatîmogullari derbarê mijarê de axivî. 
 
Tulay, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser geşedanên siyasî yen Iraqê û wiha axivî: "PDK'ê demek dirêj e bi îqtîdara Tirkiyeyê re li herêmê polîtîkayên hevpar dimeşîne. Di rewşa niha de jî dê bibin sedema birakujiyê. Herêmên ku kurd lê dijîn an jî cihên ku Tevgera Azadiya Kurd têdikoşîn bi îstîxbarata Tirkiye û PDK'ê hem di hêla siyasî û hem jî di hêla leşkerî de pêşî li ber Tirkiyeyê vedike. Ev tişt ji bo Kurdistanê rewşek neyînî ye. Têkiliya PDK'ê ya bi AKP'ê re dê bandorê li hemû destkeftiyên kurd bike. Berxwedana Gelê Kurd ên her çar parçeyên Kurdistanê di nava raya giştî ya cîhanê de deng veda. Bi taybetî jî têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê ya Rojava yê. Li vir gel bi ziman, nasname, bawerî, çand û hunerê xwe ji xwe re pergalek avakirin. Di pêvajoyek wisa de PDK'ê li Iraqê li hemberî Gelê Kurd di nava operasyonekî de en. Ev tişt dibe ku derbeyek ji destkeftiyên Rojava bixe." 
 
 'Plana têkbirinê gav bi gav ket meriyetê' 
 
Tulay, diyar kir ku nîqaşên di navbera kurdan her ku diçe kûr dibe û wiha got: "Li Îranê jî li hemberî kurdan polîtîkayek tê meşandin. Li Îranê ji bo kurdan her tim cezayê darvekirinê tê dayîn û dibê ku van rojan ev cezayên darvekirinê zêdebin. Armanc dikin ku qadên têkoşînê yên kurdan teng bikin. Ev tişt ji bo Tirkiyeyê jî derbasdar e. Li bakurê Kurdistanê jî heman tişt pêk bê. Bi saya têkoşîna 40 salan gelek destkeftiyên kurdên bakurî derketin holê û niha hewl didin ku destkeftiyan têk bibin. Di dema pêvajoya aştiyê de dev jî Mutabakata Dolmabaxçeyê berdan û gotin me pêvojo rawestand û rê li ber pêvçûn û şer vekirin. Îqtîdar di civîna xwe ya MYK'ê de 'Plana xwe ya têkbirinê' gav bi gav xist meriyet e. Ev plan ji bo her çar parçeyan bû. Aliyek Gelê Kurd û aliyek jî muxalîf hatin hedef girtin."
 
'Divê di nava gelan te yekitî pêk bê' 
 
Tulay, di axaftina xwe de bal kişand ser daxwazên kurdan ên yekitiyê û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Li dijî emperyalîzm û faşîstan tekane rê yekitiya gelan e. Di serî de divê gel di nava xwe de yekitiya xwe ava bike û ji xwe re torek ava bikin. Li dijî têkçûna destkeftiyên bi salan ev tişt hewceye. Li dijî şerê di navbera kurdan divê yekitî pêk bê. Divê îro her kes li dijî hevpeymana Iraq û PDK'ê bertekên xwe bîne ziman, ji ber ku li vir li dijî DAÎŞ'ê têkoşînek hat dayîn. Di hemû êrişan de hevkariya PDK'ê nayê qebûlkirin. Jin û Dayikên Aştiyê niha jî banga aştiyê dikin û naxwazin zarokên van jiyana xwe ji dest bidin." 
 
'Emperyalîzim bi guherîna kesan naguher e' 
 
Parlamenter Tulay, daxuyand ku dibe ku li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşek pêk bê û got: "Tirkiye dibe ku şerê heyî domdar bike. Di dîroka faşîzmê de li dijî tengbûna xwe ya hindûrê welatê xwe her tim dest bi operasyonên dersînor dikin. Êrişa li Şengalê û îstîfaya zavayê Erdogan di heman demê de pêk hat. Ev tişt feraseta Tirkiyeyê ya netew-dewletê nîşan dide. Her wiha di hilbijartina Amerîkayê de Donald Trump winda kir û namzetê Partiya Demokrat Joe Biden bi ser ket. Amerika hêza xwe winda dike lê dîsa jî li cîhanê hêzek e. Kijan partî bê îqtîdarê bandorek wî li ser siyasetê heye. Di dema Obamayê de pêvajoyekî nerm li hemberî Rojhilata Navîn hat meşandin û heke ev nêzîkatî carek din pêş bikeve nabe çareseriya pirsgirêkan, tenê heta demekî herêmê rihet dike. Çareserî bi aştiyê pêk tê û bi piştewaniya gelan pêk tê. Emperyalîzm bi guherîna kesan naguher e."