Têkoşîna jinan a qada siyasetê: Pergala Hevserokatiyê

  • 09:03 8 Mijdar 2020
  • Ramyarî
Safiye Alagaş
 
AMED - Bingeha pergala hevserokatiyê di sala 1994’an de ji hêla HADEP'ê ve hat avakirin û HADEP ji sedî 25 kotayê temsîliyeta jinê derxist holê. Pergala hevserokatiyê ya ku niha bûye hedefa îqtîdarê bi bedelên giran û têkoşîna bi salan hat bidestxistin. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 31’ê adara 2019’an de bi pergala hevserokatiyê ket hilbijartinê. Îqtîdar pergala hevserokatiyê û her wiha bi hincetên cuda 65 şaredariyên HDP’ê kir hedef. Qeyûm tayînî 45 şaredariyan kir û 25 hevşaredar jî girt.  Pergala hevserokatiyê bi têkoşîna jinên kurd ên bisalan hat bi destxistin. Jinên kurd di salên 1990’î de bi aktîf tevlî siyaset û rêveberiya herêmî bûn. 
 
Tevlîbûna jinan a qada siyasetê
 
Ji sedî 25 kotayê re jin bi Partiya Demokrasî a Gelan (HADEP) tevlî siyasetê bû. Partî 1994’an de hat avakirin û piştî 4 salan tevlî hilbijartina herêmî bû. Li dijî gotinên heke jin bibin namzet dê hilbijartin bê windakirin, jin paşve gav neavêtin û 3 jin bûn şaredar. HADEP di sala 2003’an de tê girtin. Di sala 1997’de Partiya Gel a Demokratîk (DEHAP) di siyasetê de aktîf rol digire. Di nava partiyê de ji sedî 35 kotaya jinê hat pratîzekirin. Lê piştî ku DEHAP xebatên xwe betal kir. Partiya Civakî ya Demokratîk (DTP) hat avakirin. DTP di 9’ê mijdarê 2005’an de hat avakirin kotaya jinê derxist ji sedî 40. Ahmet Turk, Leyla Zana, Orhan Dogan û Aysel Tugluk di nav avakirina partiyê de bi cih girtin. Cara yekem li Tirkiyeyê partiyek siyasî pergala hevserokatiyê xist meriyetê. Çend Lîjneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) pergala hevserokatiyê qebûl nekir jî partî pergal xist meriyetê. Di rêxistinên bajêr û navçeyan êdî pergala hevserokatiyê hat pratîzekirin. Ahmet Turk û Aysel Tugluk jî bûn hevserokên giştî ya partiyê. Her wiha cara yekem ji hêla DTP’ê ve mêrên ku li hemberî jinê şîdet bikaranîbe derbarê wan de çend biryar girtin. Ev biryar di reznameya partiyê de hat bi cihkirin. 
 
DTP di hilbijartina herêmî ya sala 2004’an de 9 û di hilbijartina 2009’an de jî 15 jin bûn şaredar. Li Tirkiyeyê cara yekem di rêveberiya herêmî de ew qas jin hatin bijartin. Ev tişt bi wêrektî û tecrûbeya bi salan a jinan derket holê. Bi pêşengiya DTP’ê re êdî sazî û dezgehan de pergala hevserokatiyê hat pratîzekirin. 
 
Gav bi gav hevserokatî
 
Di sala 2007’an de Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hat damezirandin û di rêznameya xwe de pergala hevserokatiyê bi cih kir. Yuksel Genç û Hatîp Dîcle bûn hevserokên yekem a KCD’ê.  Partiya Demokratik û Aştiyê (BDP) di sala 2010’an de di kongreya xwe ya awarte de derbasî pergala hevserokatiyê bû. Gultan Kişanak û Selahattîn Demîrtaş bûn hevserokên giştî ên partiyê. Di hilbijartina giştî ya sala 2011’an de 35 parlamenterên BDP’ê di meclîsê de cih xwe girtin. Piştre parlamenter di sala 2013’yan de tevlî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bûn. Di rêznameya HDP’ê de jî pergala hevserokatiyê hat bi cihkirin û di 27’ê cotmeha 2013’yan de jî Sebahat Tuncel û Ertugrul Kurkçu bûn hevserokên giştî yên partiyê. 
 
Li saziyên sivîl pergala hevserokatiyê 
 
Piştre jî pergala hevserokatiyê di Partiya Sosyalîs a Bindestan (ESP) û Partiya Çepgir a Keskan de ket meriyetê. Her wiha li herêmê li gelek saziyên sivîl de jî pergala hevserokatiyê hat pratîzekirin. Mînak herî balkêş jî li navçeya Peyasê ya Amedê pêk hat. Di hilbijartina tîrmeha 2007’an a siteya Şehrî Amed a ji 7 blokan pêk tê û 195 daîre li vir hene Selîm Fîdanci û Fatoş Batgî bûn hevserokên siteye. 
 
Temsîliyeta wekhev ket meriyetê
 
Pergala hevserokatiyê di sala 2013’yan de ji hêla Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve “Pêvajoya Çareseriyê” hat destpêkirin de ji hêla Serokkomar Tayyîp Erdogan de di “Pakêta Demokratîk” de bi fermî hat qebûlkirin. Bi qebûlkirinê re rê li ber pergala hevserokatiyê ya di  nava partiyên siyasî de hat vekirin. Di hilbijartina herêmî ya 30’yê adara 2014’an de BDP pergala fermûarê di rêveberiyên herêmî de pratîze kir. Demên borî ji sedî 35 (cudakariya pozîtîf) û ji sedî 40 (pergala kotayê) hatibûn pratîzekirin. Herî dawiyê jî ji sedî 50 temsîleyeta jinê û temsîliyeta wekhev a jin mêran ket meriyetê. 
 
Di pergala hevserokatiyê de israr kirin 
 
Di sala 2016’an de Hevserokên Giştî yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel, Hevseroka KCD’ê Selma Irmak hatin girtin. Hevserokên navçe û bajaran ên HDP û DBP’ê di vê pêvajoyê de hatin girtin. Herî zêde jî hevserokên jin hatin girtin. Di vê pêvajoyê de jinan li dijî hedef girtina pergala hevserokatiyê bi navê “Hevserokatî xeta me ya mor e” xwedî li hevserokên xwe derketin. Di hilbijartina 31’ê adara 2019’an de HDP di pergala xwe ya hevserokatiyê de israr kir û wisa jî tevlî hilbijartinê bû. Li 3 bajarên mezin, 5 bajar, 45 navçe û li 12 bajarokan bi ser ket. Bi tevahî 65 şaredarî ket destê HDP’ê, lê bi hinceta pergala hevserokatiyê qeyûm tayînî 45 şaredariyên HDP’ê hatin kirin û 23 hevşarader hatin girtin.
 
7 hevşaredarên jin hatin girtin 
 
Hevşaredara navçeya Qereyaziya Erziromê Melîke Goksu, hevşaredara navçeya Gevera Colemêrgê Remziye Yaşar, hevşaredara navçeya Qosera Mêrdînê Nîlufer Elîk Yilmaz, hevşaredara navçeya Erdîşa Wanê Yildiz Çetîn, hevşaredara navçeya Stewra Mêrdînê Gulîstan Oncu, hevşaredara Dêrika Mêrdînê Mulkiye Esmez, hevşaredara Qersê Şevîn Alaca yên ku di hilbijaratina 31’ê adara 2019’an de hatibûn hilbijartin hatin girtin.