Salîha Aydenîz: Li dijî komkujiyê pêwistî bi yekitiyê heye

  • 11:20 6 Mijdar 2020
  • Ramyarî
AMED - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz bal kişand li ser Yekitiya Neteweyî û wiha got: “Gelê Kurd heya îro li dijî dagirkeran têkoşînek bêhempa da. Lê belê ligel hemû têkoşînan nekarin yekitiya xwe ya neteweyî ava bikin. Ji ber vê sedemê hêj jî bi êrîşan re rûbirû dimînin. Ji bo ku Gelê Kurd ji komkujiyê xelas bibin divê yekitiya xwe pêk bînin." 
 
Di salên dawîn de partî û rêxistinên Kurdan ji bo yekîtiya neteweyî têdikoşin. Bi taybetî jî geşedanên ku li Herêma Federal a Kurdistanê diqewîmin Kurdistaniyan xist nava fikaran. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz bal kişand li ser mijara Yekitiya Neteweyî û nirxandinên xwe ajansa me re parve kir.
 
‘Li ser Rojhîlata Navîn hertim kaosek tê pêkanîn’
 
Salîha di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku Gelê Kurd bi salan e li ser xaka Rojhîlata Navîn têkoşîn didin û got: “Gelê Kurd di Rojhîlata Navîn de gelekê qedîm e. Bi taybetî jî bi têkoşîna xwe ya 40 salan li her çar parçeyên Kurdistanê de deskeftiyên mezin bidest xistin. Ev têkoşîna kurdan ya mafdar ne tenê ji bo Gelê Kurd e. ji bo hemû gelên Rojhîlata Navîn e. Berxwedana li dijî DAIŞ’ê jî nişaneya wê helwestê ye. Îro li Rojhîlata Navîn bi destê hêzên hegemonîk şerek heye. Berjewendiyên qirêj hertim li ser Rojhîlata Navîn kaosek pêk tînin. Ev kaosê heya niha bi parçekirinê birêve birin.”
 
‘Hemû deskeftiyên kurdan hatiye hedef girtin’
 
Salîha destnîşan kir ku hemû deskeftiyên kurdan hatiye hedef girtin û ev tişt got: “ Îro Şoreşa Rojava ji bo gelan hêviyek mezin pêk anî. Her wiha xweseriya rêveberiya Başûrê. Herî dawî jî kurd li ser cîhanê bûn aktorek siyasî. Ji ber vê sedemê divê têkoşîna vê aktora siyasî bihata xelas kirin. Bi vî awayî îro dewleta tirk li ku dere deskeftiyên kurdan hebe êrîşê wê derê dikin, dagir dikin. Lewra îro li başûrê Kurdistanê hêzên wî yên leşkerî bi cîh bûne. Îro li Efrînê, her roj binpêkirina mafan, qetlîama sivîl û wêrankirin tê jiyîn. Dîsa êrîşên ku li Girêspî û Serêkanîyê pêk tên, li bakurê Kurdistanê jî bi polîtîkayên qeyûm êrîş tê kirin. Tevî van yekan hêzên hegemon bi destê Tirkiyeyê hewil dide ku hemû deskeftiyên kurdan tune bike. Bûyerên ku di demên dawîn de tên jiyîn bi vê mijare ve girêdayî ye. Êrîşa Zînê Wertê jî ji ber vê hat qewîmin.”   
 
‘Bi yekitiyê em dikarin êrîşan têk bibin' 
 
Salîha, diyar kir ku ji bo ku Gelê Kurd xwe ji komkujiyê rizgar bike divê yekitiya xwe ava bike û wiha bi lêv kir: “ Gelê Kurd heya îro li dijî dagirkeran têkoşînek bêhempa dan. Lê belê ligel hemû têkoşînan nekarin yekitiya xwe ya neteweyî ava bikin. Ji ber vê sedemê hêj jî bi êrîşan re rûbirû dimînin. Hê jî sedema provakasyonên ku hêzên hegemonîk pêk tînin, şûna wan de êrîşên hevdû tê kirin. Em partiyek ku bi sala ne, ji bo yekitiya neteweyî pêk were xebatan dimeşînin. Îro ji bo ku Gelê Kurd ji komkujiyê xelas bibin gava yekemîn pêkanîna yekitiya netewewî ye. Geşedanên ku li Rojavavayê di navbera PYNK û ENKS’ê çêbû, ji bo yekitiya neteweyî hêviyek mezin da gel. Îro provakasyonên ku li Başûrê tê jiyandin, di piştê de dewletên ku em qal dikin hene. Divê em li dijî van provakasyonan deskeftiyên xwe biparêzin û ji bo ku mayinde bixin, armanca me ya sereke pêkanîna yekitiya neteweyî ye. Me bi sûcdarkirina hevdû jixwe salan winda kir. Çend caran deskeftiyên me ji bo ku yekitîye bû hat xerc kirin.”
 
‘Em ê ji bo berjewendiyên gelê xwe werin ligel hev’
 
Salîha diyar kir ku ev sedsala dîrokî dikare bibe sedsala kurdan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em di serencamek dîrokî de derbas dibin. Di vê rastiyê de gelên Rojhîlata Navîn şûna di bin zexta dewletên dagirker de dikarin li ser hebûn û nirxên xwe yên hevpar têbikoşin. Di rewşê dawîn de hewceye ku kurd bi biryarî û têkoşînê mekanîzmayên ku li ser kurdan tê meşandin vala derxînin. Şer û gengeşiyên di nav kurdan hesabê dewletên netew tên. Divê Gelê Kurd bi vî hişmendiyê tevbigere. Heke bi vê berpirsyariyê neye tevgerandin, Em ê li pêşberê dîrok, civak û gelên xwe dê bên darizandin. Lewra divê em pirsgirêkên nav hev bi dîyolagê çareser bikin.”