Pervîn Bûldan: Li dijî jinan konsepteke taybet di dewrê de ye

  • 16:50 5 Mijdar 2020
  • Ramyarî
DÊRSIM - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, bal kişand ser zextên ku ji aliyê desthilatê ve li ser jinan tên meşandin û wiha got:"Li dijî jinan konsepteke taybet di dewrê de ye. Dema ku Dêrsim tê gotin berxwedana jinên berxwedêr Sakîne û Besê tên hişe mirov. Ji ber vê sedemê dewlet bi awayekî cuda nêzî Dersimê dibe. Hem li dijî mirovên Dêrsimê hem jî li dijî xwezaya Dersimê mudaxale heye. Di serî de Gulistan Dokû îro li dijî jinên Dêrsimê konsepteke taybet di dewrê de ye. Di çarçoveya vê konseptê de her roj li deverekê destdirêjî li û êriş li jinan tê kirin."
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, li Dersimê tevlî bernameya meclisa jinan a partiya xwe ya jinên elewî ya ji bo 25’ê Mijdarê bû. Di bernameyê de pankartên “Bi jinan diguhere” , “Em bi rengê xwe di nava têkoşînê de ne” , “Em ji bo bawerî û azadiyên xwe di nava têkoşînê de ne” hatin vekirin. Seroka Milên Jinan a Rêxistina CHP’ê ya Dersimê Handan Kahraman û gelek jin tevlî bernameyê bûn. 
 
'Li dijî jinan konsepteke taybet di dewrê de ye' 
 
Di bernameyê de Pervîn Bûldan axaftinek kir û bal kişand ser zextên ku ji aliyê desthilatê ve li ser jinan tên meşandin. Pervîn, diyar kir ku li hemberî jinan konsepteke taybet di dewrê de ye û wiha got: “Dema ku Dêrsim tê gotin berxwedana jinên berxwedêr Sakîne û Besê tên hişe mirov. Ji ber vê sedemê dewlet bi awayekî cuda nêzî Dersimê dibe. Hem li dijî mirovên Dêrsimê hem jî li dijî xwezaya Dersimê mudaxale heye. Di serî de Gulistan Dokû îro li dijî jinên Dêrsimê konsepteke taybet di dewrê de ye. Di çarçoveya vê konseptê de her roj li deverekê destdirêjî li û êriş li jinan tê kirin.”
 
'Kesên mîna rêveberan nefikirin di hedefê de ne'
 
Pervîn, derbarê projeya peyzajê ya ji bo Avzêmên Dersimê de jî bi lêv kir ku di baweriya elewitiyê de tenê mal ne can e, di heman demê de cihên mirov dijîn jî can in û tu ferq di navbera êrişên li hemberî goristan û cenazeyan û êrişên li dijî çand û baweriya elewiyan de tune ye û derbarê têkoşîna hevpar de ev tişt anî ziman: “Kesên mîna rêveberan nefikirin di hedefê de ne. Li dijî vê êdî bi milyonan îtîraz hene. Ji ber vê jî divê êdî em bi hev re têbikoşin. Heke em bi hev re tênekoşin û li dijî desthilata AKP’ê têkoşîneke mezin nedin dê me tune bike.”
 
'Her roj li hemberî jinan êrişên tundî û zayendî pêk tên'
 
Di berdewama aaftina xwe de Pervîn, bal kişand ser windabûna xwendekara zanîngehê Gulîstan Dokû û destnîşan kir ku ew dixwazin  Gulîstan bê dîtin û berpirsyar bên cezakirin û derbarê têkoşîna jinan de jî ev tişt got: “Ji roja ku desthilata AKP’ê hatiye ser desthilatê ve her roj li hemberî jinan êrişên tundî û zayendî pêk tên. Em ê îsal 25’ê Mijdarê bi hemû kom û tevgerên jinan re pêşwazî bikin. Ev ji bo zeftkirina bingeheke têkoşîna hevpar girîng e. Ez îro li vir dixwazim we guhdar bikim. Pirsgirêkên ku jinên Dersimê dijîn çi ne? Divê jinên Dersimê pirsgirêkên xwe li vir bînin ziman. Nîqaşkirina van pirsgirêkan wê rê ji me re bibîne û hêz bide me.”
 
Piştî axaftina Pervîn bername ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.